SOHR: Ketina sîvîlan a bajêr tê astengkirin

  • 14:49 26 Nîsan 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda xwe li Londonê ye ragihand, talan, îşkence û bûyerên revandinê li Efrînê dewam dikin.
 
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê li ser rewşa dawî ya dagirkeriya li Efrînê raporek weşand. Êrîşên li ser Efrînê 20'ê Çileyê dest pê kiribûn û 18'ê Adarê jî navenda bajarê Efrînê ji aliyê Tirkiye û  komên girêdayî wê hatibû kontrolkirin.
 
Saziyê bal kişand ser operasyonên ji bo guhertina demografiya herêmê û bi bîr xist ku di çarçoveya vê planê de heta niha bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe hatine kirin. Di raporê de hate ragihandin, malbatên Efrînî ji tax û gundên Efrînê tên derxistin û malên wan tên desteserkirin.
 
Saziyê destnîşan kir ku avahî, mal û milkên gel hatine talankirin û diyar kir ku ji bo desteserkirina avahî û milkên gel, têrê dike ku tenê bi boyaxê işaret li ser wan bê danîn. Işareta ku bi boyaxa sprey li ser tê danîn nîşan dide ku ew milk ji aliyê kîjan koma leşkerî ve hatiye desteserkirin.
 
SOHR'ê da xuyakirin ku pêşî li vegera xwecihiyan tê girtin û diyar kir ku ku di çarçoveya peymana hatiye mohrkirin de malbatên selefî yên ji Heleb û Xota Rojhilat hatine anîn li cih û warê Efrîniyan hatine bicihkirin. Di raporê de hate gotin, li mirovên xwecihî yên li bajêr mane bi rengekî bê rehm zilm û zordarî tê kirin.
 
Li gorî raporê, navenda bajêr û gund veguherîne baregehên leşkerî û bi taybetî bal tê kişandin ser gundê Kafr Safra. Di raporê de hate ragihandin ku li gundê li sivîlan hatiye girtin, artêşa Tirk û OSO bi cih bûne.
 
SOHR'ê di dewama rapora xwe de ragihand ku ciwanên Kurd dibin navendên artêşa Tirk û li wê derê îşkence, lêdan û heqaret li wan tê kirin. Saziyê diyar kir, ev kes ancax bi dayina fîdyeyê ji kuştinê rizgar dibin.
 
Agahiyeke din a ku di raporê de cih girt, li ser Efrîniyan e ku neçarî koçberiyê hatine hiştin. Di raporê de rexne tê kirin ku alîkariya ji Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û saziyên din ên navneteweyî tên, têrker nîne.