Oya Baydar: Çêkirina nûçeyên derew pirsgirêk e

  • 09:08 26 Nîsan 2018
  • Rojane
AMED - Rojnameger Oya Baydar diyar kir ku bi qasî bêdengkirina çapemeniyê, çêkirina nûçeyên derew jî pirsgirêkek girîng e û wiha got: “Piştî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê şûnde û derbarê siyaseta herêmê de bi tu nûçeyî divê mirov bawer nekin. Lê ev wisa wê berdewam neke. Ez difikirim ku em ê bi nûçegîhaniya înternetê pêngavek girîng bavêjin.”
 
Bi hinceta OHAL’ê zextên li ser çapemeniyê berdewam dikin û di vê pêvajoyê de 148 rojnameger hatin girtin û 115 saziyên çapemeniyê hatin girtin. rojnameger Oya Baydar zextên li ser çapemeniyê nirxand û diyar kir ku desthilatdariya ku nikare çapemeniya azad bikire, berê xwe daya Koma Medya Dogan. 
Oyayê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê çapemenî her tim di bin zextê de bûye û bi taybet jî piştî rojnamegerî ketiye destê patronên nayên zanîn zext zêde bûne. Oyayê bi lêv kir ku bi îlankirina OHAL’ê re pêvajo girantir bûye û got: “Rojnameger ji ber ku karê xwe  xwe bi cih anîne hatine girtin. li ser çapemeniyê ligel sansur û zextan otosansur jî pêk tê.”
 
‘Dixwazin çapemeniya azad bêdeng bikin’ 
 
Oyayê destnîşan kir ku bi girtina Koma Dogan Medyayê re zext zêdetir bûne û Dogan Medya ne xweser û bêalî ye û di mijara kurd û geşedanên tên jiyîn de rojnamegeriyek bi alî dimeşîne. Oyayê diyar kir ku ji ber vê dixwazin çapemeniya azad jî bi giştî bêdeng bikin. 
 
Oyayê di dawiya axaftina xwe de got bi qadî bêdengkirina çapemeniyê, belavkirina nûçeyên derew jî pirsgirêkek girînge û got: “Piştî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê şûnde û der barê siyaseta herêmê de bi tu nûçeyî divê mirov bawer nekin. Lê ev wisa wê berdewam neke. Ez difikirim ku em ê bi nûçegîhaniya înternetê pêngavek girîng bavêjin.”