Malbatên girtiyan:Divê li Girtîgeha Tarsusê kar û barê hiqûqî bê destpêkirin

  • 09:06 26 Nîsan 2018
  • Rojane
MERSÎN - Li Girtîgeha Tarsusê zext û îşkence didome û malbatên serî li saziyên mafê mirovan didin, diyar kirin ku ew ji jiyana girtiyan bi fikar in û daxwaza kar û barên hiqûqî kirin. 
 
Piştî OHAL’ê binpêkirinên mafan û cezayên dîsîplînê yên kêfî yên li girtîgehan zêde bûn. Li Girtîgeha Tarsusê jî binpêkirina mafan di asta herî jor de tê jiyîn. Ji lêgerîna tazî bigirin heta jimartina li ser piyan her cureyê îşkenceya fîzîkî û derûnî li girtiyan tên kirin û mixabin derbarê daxwazên girtiyan de jî rayedaran tu tişt nekiriye. Malbatên serî li saziyên mafê mirovan dan jî têkoşîna wan didome. 
 
‘Ferzkirina lêgerîna tazî’
 
Zehra Yakut a ku xwişka wê li Girtîgeha Tarsusê dimîne, diyar kir ku 4 meh qedexeya hevdîtina vekirî û girtî dane xwişka wê û got di hevdîtina telefonê ya dawî de xwişka wê gotiye li hember girtiyan îşkenceya derûnî, fîzîkî, şîdet û zext tên kirin. Zehrayê wiha got: “Xwişka min got ew dawiya vê hefteyê rastî lêgerîna tazî hatine. Girtiyên li dijî vê derketine jî xistine hucreyan û sê rojan tî û birçî hiştine. Şîdeta fîzîkî jî heye. Xwişka min got şîdeta sîstematîk li ser wê û hevalên wê heye. Em bi fikar in. Divê ev binpêkirin demildest bi dawî bin” 
 
Ozgur Denîz Balkaş jî daxuyakirin ku bi telefonê bi xwişka xwe re axiviye û xwişka wê gotiye ku jimartin ji aliyê leşkeran ve tên kirin û di rewşa girtî li dijî vê derdikevin rastî şîdeta fîzîkî û gotinî tên. Ozgur da xuyakirin ku di rewşa girtî van binpêkirinan ji malbatê re radigihîne jî cezayên hucreyê digirin. Ozgur da zanîn ku ew van pêkanînan qebûl nakin û divê demildest kar û barê hiqûqî bên kirin.