'Dem dema xwedîderketina vîna xwe ye'
- 09:01 26 Nîsan 2018
- Rojane
Hêvî Botan
KOBANÊ - Endama Meclîsa Giştî ya PYD'ê Rewşen Hacim di derbarê biryara Tirkiyeyê ya hilbijartinên pêşwext de axivî û got: "Divê gelê me yê Bakurê Kurdistanê neyê lîstokên Dewleta Tirk û li vîna xwe xwedî derkevin. Dem dema xwedîderketina vîna xwe ye."
Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hacim Rewşen têkildarî biryara hilbijartina pêşwext a li Tirkiyeyê wiha got:"Ji bo Erdogan hem li Bakurê Kurdistanê hem jî li Rojavayê Kurdistanê û li tevahî Bakurê Sûriyeyê desthilatdariya xwe berfirehtir bike û sîstema ku dixwaze li Tirkiyeyê demildest ava bike biryara hilbijartina pêşwext da. Divê gelê Kurd destûrê nede hişmendiya desthilatdar ku bigihêjin armanca xwe."
Rewşen Hacim da zanîn ku ev hilbijartina ji bo qedera Kurdan gelek girîng e û got:"Divê gelê Kurd bi bîr û baweriya xwe xwedî li sindoqan derkevin, herin ser sindoqan û xwedî li rayê xwe derkevin. Çimkî ji bo ku hişmendiya desthilatdar bi ser nekeve di vir de helwesta gelê Kurd girîng e."
'Erdogan dixwaze sînorê dewleta tirk berfirehtir bike'
Rewşenê, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bidawibûna peymana Lozanê û got: "Wê di salê pêşiya me de peymana Lozanê bi dawî bibe û sînor ji nû ve bê xêzkirin. Erdogan jî dixwaze ku vê peymanê li gor berjewendiyên xwe nû bike. Dixwaze destkeftiyên Kurdan hedef bigire û sînorên dewleta tirk berfirehtir bike lê divê gelê Kurd li dijî vê yekê bibin yek û têbikoşin."
'Li Tirkiyeyê hemû tişt li gor berjewendiyên yek kesî bi teşe dibe'
Rewşenê diyar kir ku ji bo jiyanek azad divê Kurd dev ji têkoşîna xwe bernedin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Niha tevî siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendan bi hezaran gelê Kurd di girtîgehan de ne. Çimkî li Tirkiyeyê hemû tişt li gor berjewendiyên yek kesî bi teşe dibe û ew yek kes tehemulî dengên cuda nake. Loma divê gelê Kurd di vê hilbijartinê de bersivek xurt bidin û xwedî li vîna xwe derkeve. Dem dema xwedîderketina vîna xwe ye. "