Şehîdên Qereçoxê ji aliyê Kongreya Star ve hatin bîranîn!
- 18:51 25 Nîsan 2018
- Rojane
DERIK- Îro di pêşengtiya TEV-DEM û Kongreya Star û YPG/YPJ'ê de gelê Herêma Cîzîrê bî sedan kes ber bi Herêma Qreçovê ve kete rê û 22' şervanên ku di encana êrîşên balafirên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmeke girseyî bi bîr anîn.
Artêşa Tirk di 25'ê Nîsana sala 2017'an de bi dehan balafirên şer êrîşî çiyayê Qereçoxê yê ku beregehên YPG û YPJ'ê lê bûn kir. Di encama van êrişan de 22 şervanên YPG/YPJ jiyana xwe ji dest dan. Erişa li ser Qereçoxê hemwextê êrişa li ser Şengalê pêk hat.
Di êrişa Artêşa Tirk de navenda Ragihandin û çapemeniya TPG û YPJ'ê jî hat hedefgirtin. Ji xebatkarên ragihandina YPG Heqî û Rêvan, ji xebatkarên Ragihandina YPJ'ê jî Şîlan jiyana xwe ji dest da.
Girseya ku ji bo bîranîna şehîdan çû Qereçoxê diruşmeyên "şehîd namirin" "bijî berxwedana Efrînê" "Bê serok jiyan nabe" berz kirin. Di bîranîna şehîdên qereçoxê de wêneyên şehîdan ji aliyê girseya ku jin jî di nav de hebûn ve hat hilgirtin.
Piştîre li ser navê Fermandariya YPJ'ê Zeynep Efrîn axivî û di detspêkê de hemû şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn û soza mezinkirin berxwedanê da cangoriya. Li ser navê Rêberetiya Kongreya Star jî Pervîn û li ser navê meclîsa êzidiyên li derveyî welat jî Beşîr axivî.
Dayika Şehîd Axîn Suad a ku axivî jî soza xwe bi şehîdan re nuh kir û got heta dawiyê em ê li ser şopa zarokên xwe bin.
Piştî axavtinan gel çû Şehîdgeha Şehîd Xebat ya Bajarê Derik'ê û gorên cangoriyan ên li şehîdgehê ziyaret kirin.