'Jin tevî hemû zehmetiyan xwe bi rêxistin dikin'

  • 15:26 25 Nîsan 2018
  • Rojane
Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Endama Rêvebertiya Kongreya Star Fatma Silêman derbarê rêxistin û xebatên xwe yê li Şehbayê axivî û got:"Jin tevî hemû zehmetiyan xwe bi rêxistin dikin."
 
Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin gelê Efrînê yê ku heta dawî berxwe dan ji bo ewlehiyê derbasî Şehbayê bûn. Her wiha berxwedana gelê Efrînê li Şehbayê didome. Endama Rêvebertiya Kongreya Star Fatma Silêman derbarê rêxistin û xebatên xwe yê li Şehbayê axivî û got:" Jinên ku li Efrînê heta dawî li ber xwe dan niha li Şehbayê di nava rêxistinê de têkoşîna xwe didomînin."
 
Fatma Silêman diyar kir ku jinan li Efrînê heta dawî li berxwe dane û got:"Jinên ku li Efrînê berxwe didan niha li Şehbayê ji bo parastina mafên xwe û rûmeta xwe têkoşîna xwe li ser esasên rêxistinkirinê didomînin."
 
'Bingeha jiyana azad xwerêxistinkirin e'
 
Fatmayê da zanîn ku bingeha jiyana azad xwerêxistinkirin e û wiha dewam kir:"Xebatên Kongreya Star a ji bo rêxistinkirin û perwerdeya jinan didome. Em ê heta dawî bi dilekî hevpar alîkariya gelê Efrînê bikin û hewl bidin ku li ser esasê jiyanek birêxistin mafên mirovan bên parastin."
 
'Jina zana li dijî desthilatdaran serî natewîne'
 
Fatmayê anî ziman ku jina zana li dijî desthilatdaran serî natewîne û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Divê hemû jin bên perwedekirin û wateya rêxistinê fam bikin. Mirovên birêxistin û perwedekirî li dijî desthilatdaran serî natewînin. Wekî Kongreya Star di warê perwerde û birêxistinkirinê de me xebatên xwe zêdetir kirine. Em ê heta dawî di xizmeta gel de bin."