Ji bo berxwedêrên Qereçoxê daxuyanî hat dayin

  • 15:04 25 Nîsan 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Bi pêşengiya Kongreya Star û TEV-DEM'ê ya kantona Kobanê  ji bo bîranina berxwedêrên  Qereçoxê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn.
 
Bi pêşengiya Kongreya Star û TEV-DEM'ê ya kantona Kobanê  ji bo bîranina berxwedêrên  Qereçoxê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Starê Necbîr Teyar ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Hêzên desthilatdar dixwazin ku Kurd hem di warê fîzîkî hem jî di warê fikir û raman de bê tunekirin. Her roj destkeftiyên gelê Kurd hedef tê girtin. Rêbazên qirêj û derveyî mirovahiyê tê meşandin. Armanca dewletên desthilatdar ew e ku nirxên gelê Kurd tune bikin bi taybet ev şer li ser jinê tê meşandin. Em heta hêviya gelê xwe bi cih nînin û Efrînê azad nekin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê heta dawî şopdarê rêya şehîdên xwe bin. "