TGS: 'Ji bo em bibêjin Rojnamegerî ne sûc e' em ê di 1'ê Gulanê de li qadan bin
- 14:54 25 Nîsan 2018
- Rojane
AMED - TGS'ê diyar kir ku ji bo mîtînga ku dê di 1'ê Gulanê Cejna Kerkaran de bê çêkirin korteja çapemeniyê dê bê avakirin û bang kir ku hemû rojnameger di kortejê de cihê xwe bigirin.
Sendikaya Rojnmegerên Tirkiyeyê (TGS) derbarê 1'ê Gulanê Cejna Karkeran de daxuyaniya nivîskî da. TGS'ê ragihand ku wê cara yekem di mîtînga 1'ê Gulanê de korteja çapemeniyê ava bikin û got:"Wekî rojnamegeran bi pankarta Sendikaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) vê salê cara yekem em ê kortejê ava bikin."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Ji bo 1'ê Gulanê Cejna Karkeran amadekariyên sendikayan û rêxistinên pîşeyan didome. Wekî rêxistina rojnamgeran TGS amadekariyê dike ku beşdarî meşa 1'ê Gulanê ya Amedê bibe. Ji bo rojnamegeran pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya li Amedê gelek girîngn e. Çimkî cara yekem îsal dê li bajêr rojnameger û kedkar dê di kortejina 1'ê Gulanê de cihê xwe bigire. Dê ev roj ji bo me wekî rojek dîrokî be. Em bang dikin ku hemû hevalên me yên çapemeniyê beşdarî kortejê bibin."