Tedawiya Suphiyeya ku maşîneya zirxî lê ket didome
- 12:40 25 Nîsan 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Li Kerboranê maşîneya zirxî li Suphiye Yakut ketibû û birîndar bûbû. Suphiyeya ku birîndar bûbû rakiribûn Nexweşxaneya Dinyayê ya Êlihê. Rewşa tenduristiya Suphiyeyê baş e û tedawiya wê didome.
Tedawiya Suphiya Yakut (50) a ku du roj berê li Kerborana Mêrdînê di encama lêxistina maşîneya zirxî de birîndar bû li Nexweşxaneya Dinyayê ya Êlihê didome. Hat hînbûn ku rewşa Suphiyeyê ya tenduristiyê baş e.
Piştî Suphiyeyê tabûrcû bibe ew ê ji bo serîlêdana sûc dest bi pêvajoya hiqûqî bike.