'Em ê heta dawî li berxwe bidin'

  • 12:24 25 Nîsan 2018
  • Rojane
Lîlav Elî-Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Dayikên li Kampa Şehbayê anîn ziman ku ew tevî hemû êş û dijwariyan berxwe didin û hêviya xwe winda nakin.
 
Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin gelê Efrînê ji bo ewlehiya xwe derbasî Şehbayê bûn. Dayikên ku li kampa Şehbayê dimînin peyama bilindikirina têkoşînê dan û gotin heta dawî em ê berxwe bidin. 
 
Dayika bi avê Ferîde Omer Hemkêlo wiha got:"Dagirkerên ku êrîşî Efrînê kirin ew ê negihêjin armanca xwe. Em ê têkoşîna xwe hîn mezin bikin. 5 zarokên min di encama êrîşên li ser Efrînê de jiyana xwe ji dest dan. Ez ê heta dawî vê yekê ji bîr nekim û têkoşîna xwe bilindtir bikim."
 
'Ez bi qurbana axa Efrînê bibim'
 
Jina bi navê Şediya Necar jî wiha got:"Hemû dewletên ku qaşo dawa demokrasiyê dikirin lîstikên mezin li ser Efrînê lîstin. Bi vê sayê êrîşên hovane li Efrînê li dijî me pêk hatin. Heta dawî me li ber xwe da. Li ser navê îslamiyetê axa Kurdan talan kirin. Niha ji ber dagirkeran me ji ser axa xwe koç kir. Em di nav zor û zehmetiyan de li ber xwe didin. Ez bi qurbana axa Efrînê bim. Em ê heta dawî berxwe bidin ku vegerin ser axa xwe."