Ji bo rûniştina Necmetînê ku ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin banga beşdarbûnê

  • 10:21 25 Nîsan 2018
  • Rojane
COLEMÊRG - Îdianemeya Necmettin Fendik ê ku di mala xwe de ji aliyên polîsan ve hat qetilkirin 9 meh şûnde hat amadekirin. Ji bo rûniştina yekem a ku dê sibehê pêk were hevsera Necmettin Fendik, Kudret Fendik banga beşdarbûnê kir û got:"Polîsên ku Necmettin qetilkirin hîn li ser peywira xwe ne. Ji bo kesên ku hevserê min qetil kir cezayê herî mezin bigire, min û zarokên min tenê nehêlin."
 
Necmettin Fendik ê ku li Navçeya Geverê ya Colemêrgê dijiya di 17'ê Tîrmeha 2017'an de di encama serdegirtina mala wî de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Ji ser qetilkirinê 9 meh derbas bûn lê derbarê polîsên ku Necmettin qetil kirin de lêpirsîn dest pê kiriye an nekiriye hîn ne diyar e. Bi serîlêdana sûc a malbatê rûniştina yekem dê di 26'ê Nîsanê de li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê bê kirin. 
 
'Ambûlans dereng hat'
 
Kudret Fendîk a ku dê wekî şahid bê guhdarkirin tiştên ku wê şevê hat jiyîn wiha rave kir:"Şev saet di dora 01.00'ê de derî bi awayekî hişk û bilind lê ket. Min ji hevserê xwe re got tu razê ez ê derî vekim. Lê hevserê min got ez ê derî vekim. Dema ku derî vebû min dengê çekê bihîst. Hevserê min di nava xwînê de ket xwarê. Min û zarokên min me xwest em biçin ba hevserê xwe lê nehiştin. Zarokên min dema ku xwestin biçin ba bavê xwe hatin derbkirin. Zarokê min ê herî biçûk Efrîn avêtin erdê. Min gazî wan kir min got 'Ba ambûlansê bikin, ma hûn ne misilman in'. Wan jî ji min re got 'Na em ne misilman in'. Pir dereng gazî ambûlansê kirin. Min xwest ez alîkariyê ji cîranên xwe bigirim lê polîsan ez astng kirim. Hevserê min herî dawî rakirin nexweşxaneyê lê gelek dereng çê bû."
 
'Di destên hevserê min de çek tunebû'
 
Kudretê da zanîn ku îdianame 9 meh şûnde hatiye amadekirin û polîs ji bo xwe bê sûc nîşan bidin dibêjin ku çek li cem Necmettin hebû û got:" Di destên hevserê min de çek tunebû. Polîsê ku ew qetil kir jî hîn li ser peywira xwe ye. Hevserê min tenê ji bo zarokên xwe têr bike, dixebitî. Li mala me çek jî tuneye." 
 
'Ez ê wekî şahid bêm guhdarkirin'
 
Kudretê ji rûniştina ku dê sibehê çê bibe xwest ku hemû kes alîkariyê bide wê û got:"Di rûniştinê de ez ê wekî şahid bêm guhdarkirin. Çi hatiye serê me ez ê rave bikim. Ez dixwazim ku hemû kes alîkariyê bide me. Ji bo kesên ku hevserê min qetil kir cezayê herî mezin bigire, min û zarokên min tenê nehêlin."