'Bersiva herî xurt xwe birêxistinkirin e'
- 09:16 25 Nîsan 2018
- Rojane
Orivan Ebdo /Viyan Said
ŞENGAL - Jinan di derbarê yekemîn salvegera êrîşen hewayî yên dewleta tirk ên li ser Şengalê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Li dijî dagirkerî û êrîşên hovane bersiva herî xurt xwe bi rêxistinkirin e."
Di 24'ê Nîsana 2017'an de dewleta tirk bi êrîşeke hewayî Şengal bombebaran kiribû. Di encama vê erîşê de ciwanek bi navê Genco jiyana xwe ji dest da, her wiha cîhê radyoya Dengê Çira Şengal hat rûxandin. Jinan di derbarê salvegera vê buyerê de nerînên xwe anîn ziman û gotin:" Em ê li dijî van êrîşana bejna xwe netewînin û xwe bi rêxistin bikin."
Edûl Elî derbarê êrîşa dewleta tirk de wiha got:"Ev êrîşa bi zanebûnî pêk hat. Çimkî dewleta tirk di her firsetê de destkeftiyên gelê Kurd hedef digire. Em van êrîşên bi vî rengî tu carî qebûl nakin û em ê li dijî van êrîşana berxwe bidin. Em ê bi canê xwe axa xwe biparêzin. Em feyzê ji felsefeya Abdullah Ocalan û berxwedêrên serê çiyan digirin. Berxwedêrên serê çiyan di serdema êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Şengalê de me parastin, em jî rêya têkoşîna wan dişopînin. Em ê heta dawî têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran bidomîne."
'Em dev ji axa xwe bernadin'
Xezal Hesen jî derbarê êrîşên dewleta tirk de axivî û wiha got:"Wê planên qirêj û dagirker tu caran pêş nekevin. Bila ew baş bizanibin ku em natirsin û em dev ji axa xwe bernadin. Em ê bi hêz û vîneke hevpar li rûmeta xwe û axa xwe xwedî derkevin."