Pîrebokên Kampusê ji bo manîfestoya duyem bang dikin

  • 09:10 25 Nîsan 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Pîrebokên Kampusê ku li zanîngehan zîhniyeta mêr û mêran teşîr dikin, ji bo  ji nû ve manîfestoyê binivîsin di 5-6’ê Gulanê de konferansa duyem pêk tînin.
 
Pîrebokên Kampusê navnîşana rêxistinbûna jinên zanîngehê ye, di 5-6’ê Gulanê de li Stenbolê duyemîn konferasa xwe pêk tînin.  Konferans wê li Salona Konferansê ya Pîr Sultan Abdal ya Îçerenkoy bi dirûşmeya  ‘Azadî di destê me de ye’ pêk bê.   Di konferansê de nîqaşên LGBTÎ û eko femînîzmê bê nîqaşkirin.
 
Aktîvîsta Piştevaniya Mor ji ber rastî tehdîdan navê xwe neda û diyar kir ku desthilatdarî ji bo rejîma xwe ji nû ve hilberîne  serê polîtîkayên xwe yên têk çûne bi şîdetê digire û got: “Jin azadiya xwe wê bi destê xwe bigirin. Rektorên nû hatine tayînkirin hewl didin di saziyan hemûyan de mêran bi cih bikin. Li Zanîngehan xwendekar nikarin bijîn. Bi taybet em jin nikarin bijîn. Ji bo jinan ‘nobedariya namûsê’ tê kirin. Em ê van di konferansê de diyar bikin. Wê dîsa manîfestoyek bê weşandin.”
 
Her wiha jina aktîvîst bi lêv kir ku yek ji pirsgirêkên jin pir rast tênê eve ku fakulte li gorî rolên zayendî tên tercîhkirin û got beşên mamostetî û hemşîretiyê piranî jin û yên endezyariyê jî piranî mêrin.  Aktîvîstê got kapîtalîmz jinê hêza erzan dibîne û naxwaze keda jinê bê dîtin.