17 malbat ev du sal in li cenazeyên zarokên xwe digerin

  • 09:08 25 Nîsan 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Cenazeyên 17 kesên ku di qedexeyên derketina derve ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan hîn nehatine dîtin. Malbatan diyar kirin ku ev rewş êdî ji bo wan veguheriye îşkenceyê û got: “Divê her kes tiştên dikevin ser milê wan bikin.”
 
Qedexeya herî dirêj a  derketina derve ya li Cizîrê di 14’ê Kanûna 2015’an de dest pê kiribû û 79 rojan berdewam kiribû. Bi rojan bi ser gelê Cizîrê de bombe hatin barandin û bi sedan kes di bodruman de hatin qetilkirin.  Cenaze şandibûn bajarên weke Dîlok, Sîlopî, Riha û her wekî din. Ji bo tespîtkirina nasnameyan bi rojan dabûn sekinandin. 
 
Tevî ku evqas dem di ser de derbas bûye jî 17 malbat hîna li cenazeyên xwe digerin. Malbatan bi dehan carî mînaka xwîn û DNA’yê dan STE’ê lê dîsa jî bê encam ma.
 
‘Êdî veguheriye îşkenceyê’
 
Dayika Hacer Arslan a di bodruma yekem de jiyana xwe ji dest da, Heznî Arslan diyar kir ku ev rewş ji bo wan êdî veguheriye îşkenceyê û got: “Ev sê sal in em her roj cenazeya keça xwe dipirsin. Ez diçim ser gora kurê xwe dibêjim xwezî ya keça min jî li vir bûna. Ez nizam keça min niha li ku ye.”
 
Heznî anî ziman ku ew wisa difikirin ku cenaze li taxên TOKÎ lê tê çêkirinê ye û got bila kes li wan xaniyan rûnene û kî wê qebûl bike li ser cenazeyên zarokên me rûnin.
 
‘Bila her kes peywira xwe bîne cih’
 
Feyruz Ugun jî ji bo cenazeya kurê xwe Sercan Ugun bigire hewl dide û wiha dibêje: “Ev sê sal derbas bûye lê hîna me tu agahî negirtiye. Em nizanin sax an miriye. Hemû zarokên me kuştin û winda kirin. Em dixwazin cenazeyên me bên dîtin û her kes di vê mijarê de tişta pêwist bike.
 
Navê 17 kesên cenazeyên wan nehatine dîtin: Serdar Pîşkîn, Hacer Arslan, Abdulselam Guler, Sakîne Durmuş, Osman Gokhan, Orhan Esmeray, Sercan Ugun, Ferîde Yildiz, Îdrîs Susîn, Ruken Alparslan, Mardîn Çelebî, Alî Aslan, Cemal Purnek, Mustafa Keçelanlu, Servet Aslan, Huseyîn Dervîşî, Sercan Ugun.