Bahar Karataş: Çareserî ne ‘xesandin’ gûherîna zîhniyetê ye

  • 09:05 25 Nîsan 2018
  • Rojane
 
 
Duygu Cînîvîz
 
AMED - Hevberdevka KESK’ê ya Amedê Bahar Karataş bertek nîşanî  pêşnûmeya îstîsmara zayendî  da û got: “Çareserî perwerde û guherîna zîhniyetê ye.”
 
Bertekên li dijî  ‘Qanûna îstîsmara zayendî’ her diçin zêde dibin. Rêxistinên jinan diyar kirin ku ev pêşnûme pirsgirêkan çareser nake û wê pirsgirêkên nû bi xwe re bînin. Hevberdevka KESK’ê ya Amedê Bahar Karataş  diyar kir ku bi piştgiriya femînîst û rêxistinên jinan re  perwerde û hişmendîkiarina bê pêşxistin wê pisgirêkê çareser bike.
 
Baharê destnîşan kir ku dewletê di sûcên îstîsmara zayendî û êrîşên zayendî de çareseriyek mayînde naniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev pirsgirêk bi salane  heye. Bi pêşketina teknolojiyê re êrîşên zayendî, tacîz û êrîşên  zayendî zêde bûn. Li dijî vê bi qêrîna jinan re hestiyariya civakê zêde bû. Dewlet jî hewl dide vê hestyariyê daxîne.” 
 
Baharê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bi sererastkirinên heyî re di alî civaka Tirkiyeyê de kesên rastî îstîsmarê nehatibe tuneye û bi van sererastkirinan hedefa esas jî pêşiya zewaca zarokan bê vekirin û sûcdarên îstîsmara zayendî bê ceza bimînin e.