ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2018'AN
- 09:00 25 Nîsan 2018
- Rojev
*Jinên gundewarên Kobanê yên ku karê çandiniyê dikin gotin ên ku herî baş ji zimanê xwezayê fam dikin jin in, loma divê civak xwedî li xweza û li keda jinê derkeve. BI DÎMEN
*Ji tevahiya dîrokê û heta niha jinan ji her tiştekî sûd girtine û efrînerî nîşan dane. Jinên efrîner vê carê jî ji torbeyên laylon ên kevin sûd girtin û bi benê ku ji torbeyan peyda kirin werîsên herî qehîm çêkirin û bi van werîsan barê herî giran bar dikin û karê herî giran dikin. BI DÎMEN
*Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku divê hilbijartinên 24’ê Hezîranê nebe rizgariya AKP-MHP’ê û got: “Ger zemîna daxwazên hevpar ên pergala serokatiyê naxwazin hebe, divê vê pirsgirêkê bi hevparî çareser bikin. Teqez em dikarin qezenc bikin û divê em bi vê bawer bin.” BI DÎMEN
*Platforma Ji Hilweşîna Sûrê re Na, li dijî hilweşîna li hember Sûr û Heskîfê wê di serî de li Kurdistanê bi giştî li 20 welatî çalakiyan pêk bîne. Berdevka Platformê Buşra Cîzrelîogullari bang li hemû kesên bi hestiyar kir ku di 28’ê Nîsanê de piştgiriyê bidin wan.
*Jinên Geverê derbarê hilbijartina 24’ê Hezîranê de nêrînê xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew çawa xwedî li îradeya xwe ya li girtîgehan derketine wê di vê hilbijartinê de jî xwedî li îradeya xwe derkevin û gotin:" Em ê di vê hilbijartinê de bersivek bi hêvî bidin." BI DÎMEN
*Hevberdevka KESK’ê ya Amedê Bahar Karataş bertek nîşanî pêşnûmeya îstîsmara zayendî da û got: “Çareserî perwerde û guherîna zîhniyetê ye.” BI DÎMEN
*Cenazeyên 17 kesên ku di qedexeyên derketina derve ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan hîn nehatine dîtin. Malbatan diyar kirin ku ev rewş êdî ji bo wan veguheriye îşkenceyê û got: “Divê her kes tiştên dikevin ser milê wan bikin.” BI DÎMEN
* Pîrebokên Kampusê ku li zanîngehan zîhniyeta mêr û mêran teşîr dikin, ji bo ji nû ve manîfestoyê binivîsin di 5-6’ê Gulanê konferansa duyem pêk tînin.
*Li Amedê mêrê bi navê Suleyman B. li ser medyaya civakî li dijî zaroka 14 salî îstîsmara zayendî pêk anî û şantaj li zarokê kir. Ji bo Suleyman B. 3 sal cezayê girtîgehê û 300 roj cezayê pereyê edlî hat birîn.