Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re cara 749'an hat redkirin

  • 18:03 24 Nîsan 2018
  • Rojane
STENBOL - Serlêdana Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtinê cara 749'an hat redkirin.
 
Parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Çîçek û Muhdî Oztuzun ji bo ku bi muwekîlê xwe re sibe hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriyê cara 749'an serlêdan  red kir.
 
Bi biryara ku hat dayîn hevdîtina parêzaran a bi Abdullah Oclalan re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an cara 749'an bi hinceta "muxalefeta hewayê", "koster xirabe ye" û "koster di tamîrê de ye"  hat redkirin.