'Em ê her dem bibin dengê civaka Êzidî'

  • 17:09 24 Nîsan 2018
  • Rojane
Hewler Şahîn
 
ŞENGAL-Xebatkarên Radyoya Çira Şengalê yekemîn salvegera êrîşên dewleta tirk ên li ser radyo û cîhên dîtir hat kirin nirxandin û gotin: "Çi dibe bila bibe em ê her dem bibin dengê civaka Êzidî û rastiyan ragihînin."
 
Xebatkarên Radyoya Çira Şengalê di yekemin salvegera êrîşê hewayî ya dewleta tirk ku li ser cîhê wan pêk hatîbû de axivîn. Xebatkarên radyoya Çira Şengalê diyar kirin ku wê tu êrîş negêhêje armanca xwe wê her dem bibin dengê civaka Êzidî û wê rastîya civaka Êzidî bi herkesi re parve bikin.
 
Rêvebira radyo ya Dengê Çira Şengal Ruken Şengal jî li ser mijarê nerînên xwe parve kir û  got:" Armanca xebatên me yên radyoyê ew e ku em deng û awaza civaka Êzidî bidin bihîstin. Dewleta tirk bi êrîşa hewayî xwest ku dengê civaka Êzidî bibire lê ew negihêjin armanca xwe û em ê dev ji têkoşîna xwe û ragihandina rastiyan bernedin. Ligel hemû êrîş û zextan em xebatên xwe berdewam dikin. Em ê heta dawî ji bo ragihandina rastiyan têbikoşin."
 
'Em ê serî netewînin'
 
Nesrîn Şengalî jî anî ziman ku wê di avakirina Çira Şengalê de cih girtiye û ji bo avakirina wê gelek ked dane û got:"Civaka Êzidî her dem çand, ol û keda xwe parastiye loma her dem hedef hatine girtin. Civaka Êzidî di heman demê de xwedî radyoyê jî derdiketin. Loma tu carî me dev ji têkoşîna xwe berneda. Em ê heta dawî serî jî netewînin."