HDP'ê banga pîrzobahiya 1'ê Gulanê ya bi hev re kir

  • 15:50 24 Nîsan 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Rêxistina Bajarê Îzmîrê ya HDP'ê banga pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya bi hev re kir û hemû kes dawetî mîtînga ku dê li Qada Cumhuriyetê bê çêkirin, kir. 
 
Rêxistina Bajarê Îzmîrê ya HDP'ê li avahiya bajêr derbarê 1'ê Gulanê Cejna Kedkaran de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de 301 karkerên madenê yên ku li Somayê jiyana xwe ji dest dan hat bi bîranîn. Di daxuyaniyê de ji bo mîtînga ku dê di 1'ê Gulanê de li Qada Cumuriyetê ya Amedê saet di 11.00 de bê çêkirin bang kir û hemû kes hat dawetkirin.