Ji bo salvegera komkujiya Ermeniyan li Qamişloyê merasîm hat lidarxistin

  • 14:35 24 Nîsan 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Ji bo salvegera komkujiya Ermeniyan li Qamişloyê merasîm hat lidarxistin.
 
Ji bo salvegera komkujiya Ermeniyan li Qamişloyê merasîm hat lidarxistin. Merasîm li Klîseya Ermeniyan hat lidarxistin. Di merasîmê de Koma Homênt Mên a Mûzikî awazên xwe pêşkeş kirin.  
 
Her wiha jina bi navê Sêrvat Serkîs a ji netewa Ermen wiha got:"Komkujiya ku li ser Ermeniyan hat kirin îro li Efrînê li ser Kurdan xwe nû dike. Lê em bi van komkujîna kêm nabin berovajî vê yekê her ku diçe em zêde dibin û têkoşîna me bilindtir dibe. Yên ku ev komkujî pêk anîn dê hesabê vê yekê bidin."
 
Piştî bîranîna komkujiya ermeniyan gelên Ermen ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dan dua xwendin.