Helbestvana jin a kurd Kejal Îbrahîm Xidar jiyana xwe ji dest da

  • 14:30 24 Nîsan 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Helbestvana jin a kurd Kejal Îbrahîm Xidar ji ber ku xwîn çû ser mêjiyê wê jiyana xwe ji dest da.
 
Helbestvana jin a kurd Kejal Îbrahîm Xidar (50) ya ku ji ber xwîn çû ser mêjiyê wê rakiribûn Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê, ligel hemû mudaxeleyên bijîşkan jiyana xwe ji dest da.
 
Kejalê di sala 1968’an de li navçeya Qeladizê ya Raperînê ji dayîk bûbû. Di sala 1990’î de ji bo ku rojnamegeriyê bike, tevî hevserê xwe derbasî Silêmaniyê bû. Li Lîseya Pîşeyan a Silêmaniyê karmendî kir.
 
Kejalê di sala 1987’an de dest bi nivîsandina helbestan kir û berhemên wê li Erebî û Farisî hatin wergerandin. Du berhemên wê bûn şano.
 
Kejalê gelek ked da wêje û helbesta Kurdî. Xidar di heman demê de Endama Lijneya Nivîskarên Kurd bû.