Parêzerên Abdullah Ocalan cara 749’emîn serî li dozgeriyê dan
- 11:55 24 Nîsan 2018
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin cara 749’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Çîçek û Mêhdî Oztuzun bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 749’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve 748 car serlêdana hevdîtinê ya parêzeran bi hincetên wek “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte (OHAL)” hatin redkirin.