‘Bi cezayan dixwazin me bêdeng bêhêlin’
- 10:25 24 Nîsan 2018
- Rojane
Rojda Aydin
AMED - Îktîdara AKP’ê li dijî Dayikên Aştiyê cezayê axafatinê û cezayê diravê dibire. Dayikên Aştiyê bertek nîşanê vê tiştê dan û gotin ku dewlet îro cezayê wan dibire naxwaze ku azadî çêbibe û dixwaze wan bêdeng bêhêlin.
Li Kurdistanê li dijî şerê bi salane ku didome dayikên kurd ên ku zarokên xwe winda kiribûn ji bo dengê xwe bilind bikin hatin gel hev. 15 dayikên ku di şer de zarokên xwe winda kiribûn di bin banê însîyatîfa Dayikan de cara yekem di 1’ê Îlona 2000’î de ji bo aştî û azadiyê koma Dayikên Aştiyê ava kirin. Dayikên ku wê demê koma xwe ava kirin ji bo aştiyê kolan bi kolan geriyan û li deriyê sazî û rayedaran dan. Dayikên ku gelek caran derî li wan nehat vekirin dîsa jî dest ji têkoşîna xwe bernedan. Dayikên ku li gel hemû zext û astengiyan dest ji têkoşîna xwe bernedan, niha jî ji ber têkoşîna ku didin rastî cezayê pere tên. Ji van dayikên ku rastî cezayê curbicûr tên û herî dawî bi cezyê pere hatiye cezakirin yek jê jî dayika Aştiyê Havva Kiran e. Hava bertek nîşanî vê helwesta dewletê da û got ku li dijî hemû zext û zordestiyan ew ê têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bidomînin.
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran diyar kir ku ew ji bo kes nemire û ev xwîn bisekine têdikoşin û wiha got: “Em Dayikên Aştiyê dixwazin ku azştî pêk bê û em azad bijîn. Ji ber ku em azadî û aştiyê dixwazin dewleta tirk ji me Dayikên Aştiyê re cezayê pere dibire û hertim ji bo ku îdadeyê bidin ji aliyê emniyetê ve azî me tê kirin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Berî ku gotinekê bibêjin tên me dibin û em diçin îfadeyê didin û gelek caran jî em tên girtin. Dema em diçin îfadeyê didin ji me re dibêjin ku ger hûn carekedin dîsa biaxivin em ê ceza li wê bibirin û me tehdît dikin. Bê edaletiyeke bi vî rengî di tu olan de û li cîhanê tune ye. Em bi vî temenê xwe 24 saetan li kolananin e û em ê ji bo azadî û aştiyê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
'Her xwînê dirijênin'
Havva di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser cezayê ku li wan tê birîn û wiha got: “Heta niha 46 doz li min hatine vekirin. Di nava van 10 rojên dawîn de 6 caran ji bo ku ez îfadeyê bidim ji emniyetê gazî min kirin û min çû îfade da. Bi tevahî heta niha 52 doz li min hatine vekirin û 12 mîlyar cezayê pere li min hatiye birîn. Sedema wan dozan jî ew e ku em aştî û azadiyê dixwazin û di nava çalakiyan de ne. Ev şermeke mezin e. Me tu nelirêtî nekiriye. Em bang li hemû dewletên navneteweyî û hemû demokratan dikin û dibêjin ku bila li dijî cezayê li me tê birîn bêdeng nemînin. Ev êrîşa li dijî dayikan tê kirin nayê qebûlkirin. Hîn dayikên me yên ku hatine giritn di girtîgehê de nexweşin, derûniya wan nebaşe. Em ji bo edaletê bang dikin û dibêjin bila hemû dayik bên berdan. Divê em dayik li dijî vî şerî dest bidin hev. Ger ku em dest nedin hev wê şer dijwar bibe. Divê em li dijî kesên dixwazin me bêdeng bikin rabin ser piyan û xwîna tê rijandin rawestînin.”
‘Em ê li dijî van cezayan bêdeng nemînin
Herî dawî Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Elmas Ateş axivî û wê jî cezayê ku li Dayikên Aştiyê tê birîn şermezar kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dewleta tirk naxwaze ku azadî çêbibe loma ji me dayikan re ceza dibire. Em îro ji bo ev şer bisekine, ji bo welatekî aram hewl didin. Îro dewleta tirk cezayê pere û axafitnê li me dibre . Hikûmeta tirk naxwaze ku em dayik li dijî wan serî rabikin, lewra jî cezayê axaftinê dibirin. Lê belê em ê li dijî van cezayan bêdeng nebînin. Berovajê wê em ê serî rabikin û bêdeng nebînin û daxwaza xwe ya aştî û azadiyê berdewam bikin.”