'Gelo qedexeya li ser pêşnûmeya îstîsmara zayenîdî bû bersîv'

  • 09:53 24 Nîsan 2018
  • Rojane
Safiye Algaş
 
AMED - Aktîvîsta Mafên Mirovan parêzer Gamze Yalçin da zanîn ku pêşnûmeqanûna îstîsmara zayendî ya anîne meclîsê ne çareseriye û ji bo dosyayên îstîsmarê  xala qedexeya weşanê, di pêşnûmeyê de cih digire  û got : “Gelo wê ev bûyerên îstîmarê ji holê rabike? Bi van sererastkirinan dibe ku nêrîna ‘tê çareserkirin’ bê afirandin.
 
Aktîvîsta mafên mirovan parêzer Gamze Yalçin got di asta amadekirina pênûmeyê de kêmasî heye û wiha got: “Di vê qadê de parêzvanên mafên zarokan, saziyên civaka sivîl, hiqûqnas û nêrînên pisporan cih nagirin. Ev kêmasiye. Divê sererastkirinên li gorî avabûna sosyalojîk bihata kirin. Em dibînin ku tenê di alî zêdekirina cezayan de sererastkirin hatine kirin.  Di alî zarokan de mekanîzmayeke parastin û pêşîgirtinê di pêşnûmeyê de tune ye.”
 
Gamzeyê daxuyakirin ku tenê bi zêdekirina cezayan pêşî li sûc nayê girtin û her wiha got di Peymana Mafên Zarokan a NY’ê de tê gotin ku kesên di bin temenê 18’yî de zarok in. Gamzeyê destnîşan kir ku divê kategoriya temen ji holê bê rakirin û li gorî pêşnûmeyê di rewşa li dijî zarokên di bin temenê 12’yî de sûc bê kirin de cezayên mubetê tên dayîn. 
 
Gamzeyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Zîhniyeteke ‘zaroka 9 salî dikare bizewice, bibe xwedî zarok’ heye.  Wek fetwayan daxuyanî tên dayîn.  Kesên xwe oldar dibînin vê dibêjin.  Sûcên îstîsmarê jî di encama vê de pêk tên.”
 
‘Xesandina kîmyewî li dijî mafê mirovane’
 
Gamzeyê diyar kir ku xesandina kîmyewî li dijî mafên mirovan e û got ev pêkanîn mudaxaleyeke beyî daxwaza kes li hember bedena mirovan e. 
 
Gamzeyê balkişand ser xala di pêşnûmeyê de ya ji bo bûyerên îstîsmarê qedexeya weşanê datîne û got wan di vî alî de ji bo fêdeya zarokan pêşniyarek kiriye lê anîna qedexeyê ya ji bo hemû dosyayan jî tê wateya ku mafê girtina nûçeyan tê astengkirin û û wiha berdewam kir: “ Gelo wê ev bûyerên îstîmarê ji holê rabike? Bi van sererastkirinan dibe ku nêrîna ‘tê çareserkirin’ bê afirandin.”