‘Heta bê dîtin û girtin ez ê têbikoşim’
- 09:35 24 Nîsan 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê jina bi navê E.Y. dema diçû mala xwe rastî tacîza zayendî hat. E.Y. serlêdana sûc kir û ji bo mêrê tacîzkar bê dîtin bang kir û got di rewşên wisa de divê tu jin bêdeng nemînin.
E. Y. ya li navçeya Yenîşehîr a Mêrdînê dijî, li kolanê rasî tacîza zayendî ya mêrekî hat. E. çû midûriyeta polîsan û gilî kir. E. ya li dijî tacîzê bêdeng nema diyar kir ku divê mêrê êrîşkar demildest bê girtin.
E. wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hefteya duyem a meha nîsanê de ez bi hevala xwe re di rê de dimeşiyam û ji 4 mêrên ligel me derbas bûn yekî ez tacîz kirim. Ez li pey qêriyam û li pey çûm. Çawa dît ez li pey im reviya. Lê tu kesên der dorê alîkarî nedan min. Ez hem li pey bûm hem jî diqîriyam. Lê kesî alîkarî neda. Herî dawî mêr ket nav qelebalixiyê û min jî dest jê berda.”
‘Ezê pêşa wî bernedim’
E. daxuyakirin ku piştî gilî kiriye şûnde li qeydên kamerayê mêze kirine lê nasnameya mêrê êrîşkar tespît nekirine û got: “Min rûyê êrîşkar ji polîsan re vegot. Ji yekî zêdetir wêne nîşan dan. Ez jî heman rojê li cihê bûyerê 5 caran geryam lê min nedît. Ez ê dest jê bernedim û her li êrîşkar bigerim. Tu jin divê li dijî van pêkanînan bêdeng nemînin. Ez ê her şopdar bim.”