ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2018'AN

  • 09:00 24 Nîsan 2018
  • Rojev
*Îktîdara AKP’ê li Dayikên Aştiyê cezayê axafatinê û cezayê pere dibire. Dayikên Aştiyê bertek nîşanê vê helwestê dan û gotin ku dewlet îro cezayê li wan dibire dixwaze wan bêdeng bike. DÎMEN HEYE
 
*Satanîkê diyar dikir ku pê li hevalên xwe yên miribû dikir û wisa ji bîrê derketiye û malbata ew mezin kiriye jî navê wê kirine Satanîk. Ev gotin aydê neviya neviya Satanîk Aleksîs, Siyavuş e. Tevî di ser qirkirinê re 103 sal derbas bûye jî hîna komkujî Hebûna  xwe diparêze.
 
*Jinan diyar kir ku  li dijî mêtîngerî, şer, zext û newekheviya zayendî wê dengên xwe di 1’ê Gulanê de carek din bilind bikin û wiha gotin: “Êdî dema me ya em winda bikin nemaye. Em neçarin ligel hev bin û bibin hêz.” BI DÎEMEN
 
*Li Mêrdînê jina bi navê E.Y. dema diçû mala xwe rastî tacîza zayendî hat. E.Y. serlêdana sûc kir û ji bo mêrê tacîzkar bê dîtin bang kir û got di rewşên wisa de divê tu jin bêdeng nemînin.
 
*Komeleya Nivîskarên Jin atolyeyek pêk anî û di encamê de pirtûka ‘Çîrokên Rûhevhatinê-Neynik ji min re vebêje’ derket pêşberî xwendevanan. BI DÎMEN
 
*Tevî şaredariya Yeşîlyurt û parlamenerên AKP’ê  çemê nayê paqijkirin, ava kanalîzasyonê tevlî dibe,  Welatî hilberîna mişmiş, fêkî û sebze dikin û neçar dimînin vê avê bi kar bînin û hilberîna van welatiyan jî li hemû welat belav dibe. BI DÎMEN
 
*Aktîvîsta Mafên Mirovan parêzer Gamze Yalçin da zanîn ku pêşnûmeqanûna îstîsmara zayendî ya anîne meclîsê ne çareseriye û ji bo dosyayên îstîsmarê  xala qedexeya weşanê, di pêşnûmeyê de cih digire  û got : “Gelo wê ev bûyerên îstîmarê ji holê rabike? Bi van sererastkirinan dibe ku nêrîna ‘tê çareserkirin’ bê afirandin. BI DÎMEN
 
*Parlamenera CHP’ê ya Eskîşehîrê Gaye Usluer hilbijartina du meh şûnde pêk tê nirxand û got hêzên di referanduma Nîsanê de gotine ‘na’ bûne yek û got: “Îro jî dîsa ji bo demorasiyê komên cuda hatine cem hev û di heman alî de dixebitin. Ji vir şûnde wê hêvî mezintir be.”