'Serkeftina PADÊ serkeftina me jinan e'
- 17:08 23 Nîsan 2018
- Rojane
Ehlam Heci /Veyan Said
ŞENGAL - Jinên êzidî derbarê hilbijartinên Iraqê ku wê piştî 20 rojan bên kirin de nerînên xwe anîn ziman. Jinan da diyarkirin ku serkeftina PADÊ serketina jinan e.
Jinên êzîdî derbarê hilbijartinên Paramentoya Iraqê de nerînên xwe anîn ziman. Civaka ezîdî cara yekemîn e ku wê bi partîyeke li ser navê xwe têkeve hilbijartinê. Ev jî bi taybet ji bo jinan xwedî wateyeke cûda ye. jin didin diyar kirin ku ketina Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) li parlamentoya Iraqê li mafên wan geriyayê û têkoşîn daye û wê ji bo wan deriyekî nû vebike.
'Divê gelê êzidî ji bo xwe bixebite'
Edama meclîsa TAJÊ Suad Hisên jî di vê derbarê de axivî û got " Biserketina PADÊ ji bo me civaka ezîdî û jina ezîdî gaveke nû û dîrokî ye. hevîya me ev e ku hemû gelê ezîdî ji bo li parlementoya Iraqê ku PADÊ bi ser bikeve têkevin nava liv û tevgereke xwurt. Bila baş bizanibin ku heke PADÊ bi ser bikeve gelê êzîdî bi serdikeve. PADÊ Ji bo hesap xwestina fermanê û li dijî ên ku rê li ber fermanÊ vekirine derîyekî nû vedike. Dive kar û xebatên hilbijartinê bê rawestan herkes bide meşandin. Çi ji destê wan bê divê bikin. deng dayina PADÊ deng dayina ji bo parastina xaka çanda rûmeta ezîdxanê ye."
'PADÊ partiya me ye'
Ji mamostyên Şengalê Xezal Mirza jî ev tişt got"Li ser navê PADÊ du endam diçin hilbijartinan ev jî ji bo me kêfxweşiyek e. Hemû heviya me ew e ku PADÊ bi ser bikeve. Ji ber ku beriya fermanê dibe ku hinek kesên ezîdî hatibin hilbijartin lê wan kesan ji bo civaka ezîdî tiştek nekir. Lê em îro ji bo ku padê partiya gelê ezîdî bi xwe ye em ketina nava xebatên hilbijartinê. Çewa ku dema fermanê wan kesan ji bo me tiştek nekir wê ji derveyî padê ên ku bên hilbijartin jî tiştekî nekin. Êdî em ne mîna berê ne. Em hişyar bûne. Edî dive em jî xwe re bikin û PADÊ jî ji nava me derketiye partîya me ya gel bi xwe ye."