Ji bo Efrînê li Şengalê sindoqa alîkariyê hat danîn
- 15:00 23 Nîsan 2018
- Rojane
Orivan Ebdo/ Delile Axîn
ŞENGAL - Ji bo gelê Efrînê ku ji ber êrîşa dewleta tirk û komên girêdayî wê mecbûr man ku koçî Kantona Şehbayê bikin, li Şengalê sindoqa alîkariyê hat danîn.
Ji bo gelê Efrînê ku ji ber êrîşa dewleta tirk û komên girêdayî wê mecbûr man ku koçî Kantona Şehbayê bibin, bi piştgiriya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li Şengalê sindoqa alîkariyê hat danîn. Li ser navê CHDR'ê Cîgira Hevseroka Desteya Rêvebir Nehlê Dewrêş axivî û got:"Em wekî jinên Êzidî êşa gelê Efrînê baş fam dikin. Çimkî em jî gelek caran bi fermanên mezin rû bi rû mane. Gelê Efrînê jî dema ku DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kir alîkariya me kir. Me jî niha ji bo gelê Efrînê sindoqa alîkariyê daniye û em bang dikin ku hemû kes guh bidin dengê gelê Efrînê û alîkariya wan bike."
Jina bi navê Wesiye Reşo jî diyar kir ku divê em di rojên teng de dest bidin destê hevdu û got:" Divê em wekî gelê Kurd cudatiyê nexin navbera hevdu û em her dem bi dilekî hevpar alîkariya hev bikin. Ez bang li hemû kesî dikim ku vê yekê wekî berpirsiyariyek wicdanî bibînin û alîkariyê bi gelê Efrînê bikin."