Gultan Kişanak: Ozgurlukçu Demokrasî dengê girtîgehan e
- 13:22 23 Nîsan 2018
- Rojane
ENQERE - Hevşaredara Amdeê Gultan Kişanak a girtî diyar kir ku dîsa Kevneşopiya çapemeniya azad ku bi dirûşma "Wê rastî di tariyê de nemîn" dest bi weşanê kir dîsa hedef hatiye girtin û wiha berdewam kir: "Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî her dem bû dengê girtîgehan."
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak bi nameyeke ku ji girtîgeha lê dimîne a hejmar 1 ya Tîpa F şand, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li ser Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û girtina xebatkarên rojnameyê da. Gutan anî ziman ku Ozgurlukçu Demokrasî deng û guhên girtiyan bû.
Gultan diyar kir ku çapemeniya azad bi dirûşma "Wê rastî di tariyê de nemînin ket rê û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: " Ez tayînkirina qeyûm a li aliyê TMSF'ê ve li ser Rojnameya Demokrasî û Çapxaneya Gun şermezar dikim û daxwaz dikim ku ji nû ve daxwaz dikim ku ji nû ve bi xwendevanên xwe re bê gel hev. Azadiya çapemeniyê mafê agahdarkirina rast a gel e."
'Deng û guhê me ye'
Gutan di nameya xwe de got ku ew êrîşên li ser Ozgurlukçu Demokrasiyê wekî êrîşên li ser mafê ragihandina rast a gel dinirxînin û wiha got:"Ji bo me girtiyên ku ji cihên cuda nikarin nûçeyên rast bigirin rewş hîn xirabtir e. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û her bû dengê girtiyna. Bu dengê me yê li derve û bu wicdnê raya giştî. Em li hêviya ku carekedin rojnameya me bê weşandin in. Bi hêviya ku em zêde li bendê nemînin."