Li Kayseriyê tundiya mêr: Jinek bi giranî birîndar bû

  • 11:35 23 Nîsan 2018
  • Rojane
KAYSERÎ - Li Kayseriyê mêrê bi navê Fuat Duygulu ji ber ku Sibel I. bi giranî birîndar kir û hewl da ku wê qetil bike, hat girtin. 
 
Prof. Dr. Fuat Duygulu yê ku di beşa Ortopedî û Travmatolojî ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kayseriyê dixebite hewl da ku Sibel I. qetil bike û di encama vê hewldanê de ew bi giranî birîndar kir. Piştî du rojên ku bûyer hat jiyîn Sibel bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedeyê ya Kayseriyê. Hat diyarkirin ku Sibela di Beşa Lezgin a Cerrahiya Giştî de tê tedawîkirin, rewşa wê hîn giran e.
 
Fuatê ku xwest Sibelê qetil bike hat binçavkirin. Fuat piştî ku karê wî yê îfadeyê yê emniyetê qediya sewqî edliyeyê hat kirin, piştî edliyeyê Fuat hat girtin û şandin Girtîgeha Bunyanê.