‘Di 24’ê Hezîranê de em ê li dijî tecrîdê li ser sindoqan bin’

  • 09:01 23 Nîsan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Jinên Mêrdînê diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û got wê li dijî tecrîd û zextan di 24’ê Hezîranê de li ser sindoqan bin.
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Jinên Mêrdînê diyar kirin ku yekane kesê kaosê bi dawî bike Abdullah Ocalan e û divê tecrîda li ser wî bi dawî bibe.
 
‘Ger aştî bê xwestin divê tecrîd rabe’
 
Halîme Işik berteka xwe ya li hember tecrîdê wiha anî ziman û ev tişt got: “Sedema rewşa niha a welat tecrîd e. Ger dewlet aştiyê bixwaze wê ewil tecrîdê rake. Ne dihêlin malbat hevdîtinê bikin û ne jî serlêdanan qebûl dikin. Ew girtîgehê heq nake. Wî aştiya gelên cîhanê xwest. Wî edelet xwest.
 
Halîmeyê her wiha bi lêv kir ku wê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de li dijî tecrîdê li ser sindoqan bin û wê rojê jî wê îradeya xwe bi awayekî herî baş nîşan bidin.
 
‘Divê tecrîd bi dawî bibe’
 
Turkan Dunç jî daxuyakirin ku Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên cîhanê têkoşîn daye û ji ber vê jî hîn tecrîda li ser didome. Turkanê bi lêv kir ku divê demildest tecrîd bê rakirin û got heta 24’ê Hezîranê wê bê navber bixebitin û wê rojê wek gelê Mêrdînê wê li ser sindoqan bin.