ROJEVA 23'Ê NÎSANA 2018'AN

  • 09:00 23 Nîsan 2018
  • Rojev
*Jinên Mêrdînê diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û got wê li dijî tecrîd û zextan di 24’ê Hezîranê de li ser sindoqan bin. BI DÎMEN
 
*Li Tirkiyeyê rewşa zarokên xebatkar her diçe xirab dibe. Bi hezaran zarokên dixebitin agahiya wan ji 23’ê Nîsanê tuneye û yek ji van zarokan jî Yasîn û Necîp ên ji Helebê ne. Yasîn û Necîp daxwaza wan ev e ku şer bi dawî bibe û vegerin ser axa xwe.
 
*Nivîskara Rojnameya Meydan Şeyma Çopur  tayînkirina qeyûm a ji bo Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî nirxand û got vê yekê hêrsa gel zêde kiriye. BI DÎMEN
 
*Seroka Giştî ya SEP’ê Guneş Gumuş  diyar kir ku tevî hemû mudaxaleyan  aborî ne baş e û AKP ketiye nava du mehên krîtîk. Guneşê bi lêv kir ku gotina AKP’ê ya ‘Îstîkrarê’ derewek hatiye mezinkirine û got ev di pêşerojê de dikare bandorê li ser tercîhên dengan bike û ji ber vê yekê biryara hilbijartina zû hatiye girtin. BI DÎMEN
 
*Parlamentera HDP’ê femînîst û parêzer Fîlîz Kerestecîoglu naveroka ‘Pêşnûmeya Qanûna Îstîstmara Zayendî’ ya piştî hilbijartinan wê bişînin meclîsê rexne kir û diyar kir ku di îstîsmara zarokan de divê polîtîkayên nû yên çareseriyê bên hilbijartin û divê wezareta zarokan bê avakirin.
 
*Piştî ku hêza dewleta tirk û OSO'yê êrîşî herêma Efrînê kir, gel ji mal û warê xwe koçberî Kantona Şehbayê bûn ji bo ku gel bi cih bibe kampek bi navê "Kampa Berxwedanê"li navçeya Fafînê hat vekirin, lê ji ber hejmara gel zêde bû kampek din a penaberan a bi navê "Kampa Serdemê" hat vekirin. Jinên Kampa Serdemê anîn ziman ku gelê Efrînê serî netewandine, hêviya xwe winda nekirine û ji bo vegerin Efrînê têkoşîna wan didome. BI DÎMEN
 
*Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca derbarê hevdîtinên bi Başûrê Kurdistanê re kiribûn nirxand. Feleknas Uca anî ziman ku di hevdîtinên hatine kirin de peyama heta niha ji yekîtiyê re dereng mane û ji bo yekîtiya xwe ava bikin got ku wê êdî di nava têkiliyan de bin. BI DÎMEN