Jinên Kantona Kobanê Ji bo Gelê Efrînê daketin qadan!

  • 16:38 22 Nîsan 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Rêxistina Kongira Star ya Kantona Kobanê  bi diruşma "Jin ji bo Efrînê rabin ser piyan" û ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike meşeke girseyî li dar xist. 
 
Di çarçoveya hemleya Kongira Star ya  ji bo Efrînê de  bi dirûşma "Jin ji bo Efrînê rabin ser piyan" û ji bo tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku bê rakirin meşekê girseyî ya jinan li Qada Şehîd Egît da destpêkrin û meş li qada jina Azad rawestiya. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Kongira Star, alên Akademiya Civaka Demokratik, Saziya Malbatên Şehîdan, Saziya Yekitiyê û Piştgiriya gelan, Kongira Star û pankartên ku li ser " Herder Efrîn Herder Berxwedan" hatin hilgirtin. Di meşê de diruşmên "Bijî Berxwedan Efrînê" " Bijî Serok Apo" "Qatil Erdoxan" hatin berzkirin.
 
Pişti meş li Qada jina Azad rawestiya ji bo pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre ji li ser navê Kongireya Star ya Kantona Kobanê Felek Yusuf axivî û balkişand  ser dagirkeriya Dewleta tirk ya li ser Efrînê û zilma ku li jinên Efrînê tê kirin û wiha berdewam kir:"Em weke Kongireya Star em soz didin jinên Efrînê yên ku di bin zilmê de man ku em ê di demekê kurt de wan ji Çeteyên Erdogan rizgar bikin û Erdogan têk bibin."
 
Li ser  navê Kongira Star ya Navçeya Qinê Kewser Silêman ya ji pêkhateya Ereb ji axivî û got:"Em jinên Bakûrê Sûriyê piştgiriya Pêngava Kongireya Star ku daye despêkirin dikin û dibêjin tişta ku ji destên me were em ê ji bo jinên Efrînê bikin."
 
Meş bi berzkirina dirûşmên "Bijî Berxwedana Efrînê" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.