Jinên rojnamevan yên Rojava Roja Rojnamegeriya Kurdî nirxandin

  • 16:23 22 Nîsan 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi minasebta 120'mîn salvegera Rojnemegeriya Kurdî xebatkarên ajansa Jin News ê nerînên xwe anîn ziman.
 
Bi minasebata 120'emîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî ku rojnameya bi kurdî "Kurdistan"  cara yekê li Kahîreyê ji aliyê yek ji kesê malbat Bedrxaniyan ve ji aliyê Mîgdat Mîthat Bedirvan ve hat çapkrin li her çar hêlên Kurdistanê bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Derbarê  120'mîn salvegera Rojnemegeriya Kurdî xebatkarên ajansa Jin Newsê yên Rojava nerînên xwe anîn ziman.  
 
Bi zimanê xwe li ser axa ew dibin dengê jinan 
 
Rojnamevana jinnewsê Ruken Goman salvegera rojnemegeriya Kurdî li hemû rojnamevanên kedkar pîroz kir û wiha got:"Ji bo me şenseke ku  em wekî rojnamevan  di van rojên dîrokî de dijîn û rojnamegeriya kurdî dikin. Em wekê jinên rojnamevan ji ber ku em vî karî dikin em hemû dibin dengê heqîqeta jin û civakê. Bi avakirina ragihandina kurdî re em rengê haqîqetê diyar dikin. Jin  hemû êşên xwe  reng û dengê jinê bi riya rojnamegeriya ku dikin radigihînin. Ku mirov li cîhanê binêre û rewşa rojnamegerên jin binirxîne mirov dibîne ku  jin wekê amûrê rêklamê tê bikar anîn di medyayê de û zilam jî weke hêz tê dîtin. Tiştê herî giranbiha ew e ku mirov bi zimanê xwe rojnamegeriyê bike. Ev ji bo me şanaziyek e." 
 
'Ez vê rojê li Rêber Apo û tevahiya pakrewanan pîroz dikim'
 
Xebatkara Radyoya Dirbêsiyê FM Hîba Xelîl jî ji bo Roja Rojnamegeriya Kurdî hestên xwe anîN ziman û wiha got:"Ez salvegera rojnamegeriya Kurdî li Rêber Apo û hemû Şehîdên tekoşîna azadiyê her wiha li hemû rojnamevanan pîroz dikim. Di nav şoreşa Rojava de ku ewqas jinên kurd karê rojnemegeriyê li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah  Ocalan dikin ji bo me şanaziye. Jinên kurd ku xwe ji zîhniyeta baviksalar û jiyana kole rizgar kirin bi îradeya xwe, niha  wek rojnamevanên jin li ser şop Gurbetelî Ersoz, Nûjiyan Erhan û Dilîşan Îbiş yên ku canê xwe ji bo ragihandina rast ji gelê xwe re feda kirin karê wan ji cihê lê hiştin berdewam dikein.  Hemû endamên jin yên rojnameger li ser şopa hevalên xwe yên ku di riya heqîqetê de canê xwe dan dimeşin."