Li Kampa berxwedanê dibistan hat vekirin!
- 14:43 22 Nîsan 2018
- Rojane
Lîlav Elî-Tolîn Muhemed
ŞEHBA - KPCD'ê li"Kampa berxwedanê" ji zarokên ku li Efrînê ji perwerdeya bi zamanê xwe mahrûm hatin hiştin bi merasîmekê dibistan vekir.
Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk li"Kampa berxwedanê" ji zarokên ku li Efrînê ji perwerdeya bi zamanê xwe mahrûm hatin hiştin bi merasîmekê dibistan vekir. Di merasîmê de li ser navê gelek saziyan axafitn hatin kirin û dibistan li zarokan hat pîrozkirin.
Ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirekr û çeteyên wê bi sendan zarokên ku li Efrînê b zimanê xwe fêr dibûn û dîroka xwe nasdikirn ji dibistanên xwe mahrûm hatin hiştin û koçberî Kantoona Şehbayê hatin kirin. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) ji bo ku vê valahiyê dabigire li Kampa Berxwedanê bi merasîmekê dibistan vekir.
Di merasîma vekirinê de ji bo pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û piştre li ser navê saziyan rêveberên saziyên kurd ku beşdarî merasîmê bûn axafitn kirin û dibistan li zarokên kurd ên koçber pîroz kirin.
Zarokan jî kêfxweşiya xwe ji ajansa mere anî ziamn û wiha gotin"Erdoxan nikre ziamnê me tune bike,em li kuderê bin em ê fêrî zimanê xwe bibin."
'Dibstanên me talan kirin'
Zaroka bi navê Xalîde Îbrahîm a ku kêfxweşiya xwe anî ziman wiha got: "Erdogan li Efrînê dibistanên me talan kirin û xwest ku me ji pêşeroja me mahrûm bike. Rast e ku Erdoxan li Efrînê dibistên m talan û wêran kirin û xwest ku pêşeroja me tune bike. Lê belê heta ku em bijîn em ê dev ji zimanê xwe bernedin. Li kijan deveran dibe bila bibe em ê dibistanên xwe ava bikin."
'Ez bi vegera li dibistanê kêfxweş im'
Rulîn Hebeş jî kêfxweşiya xwe bi van gotinan anî ziman: "Ez îro gelekî kêfxweş im ji ber ku em vegerîn dibistana xwe. Bila Erdogan û çeteyên wî ve baş bizanibin ku nikare zimanê dayîka ji me re qedexe bike. Ji ber ku Erdogan ji zimanê me ditirse êîrşî dibistanê me dike. Lê em li ku bin em ê dîroka xwe û zimanê xwe fêr bibin."
'Em di bin konan de fêrî zimanê xwe dibin'
Di dawiyê de zaroka bi navê Zêneb Ibrahîm jî ev titş got:"Li herêma Efrînê dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî me kirin û em ji Efrînê dan koçberkirin. Nehiştin ku em perwereya xwe biqedînin û bi zimanê xwe biaxivin. Lê îro em li Şehbayê di bin çardiran de perwerdeyê dibînin û fêrî zimanê xwe dibin. Kesek nikare zimanê me qedexe bike."