RAJIN: Wê îxanet û komkujî di tariyê de nemînin

  • 12:52 22 Nîsan 2018
  • Rojane
ŞENGAL - RAJIN - Şengal bi minasebeta 120'emên Salvegera Roja Rojnamegerîya Kurd de daxwuyanîyeke nivîskî da.
 
Koordînasyona Çapmeniya Jina Azad (RAJIN) a Şengalê bi minasebta 120'emîn salvegera Rojnemegerîya Kurdî daxwuyanîyeke nivîskî wêşand û ev roj li hemû şopdarên xeta çapemenîya azad a kurd pîroz kir û da diyar kirin ku wê edî tu îxanêt, talan, komkujî, destavêtin, dest dirêjîya li jinan ku tê kirin li ser vê  xakê neyê veşartin wê xeta çapemenîya azad her li gel van pêkanînan li pişt rastiyê be, rastiyan bişopîne û parve bike.  
 
RAJIN - Şengal di despêka daxwuyana xwe de rojnamegerên li pey rastiyan jiyana xwe ji dest dane bi bir anîn û di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Em di 120'emîn salvegera Roja Rojnamegerîya Kurdî de kesayetên ku di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane di şexsê Mazlum Doxan  Gurbetellî Ersoz, Gulnaz Karataş, Şîlan Kobanê,  Sarya Onur,  Xelîl Dax, Zîlan Papule, Denîz Firat, Agir Banê, Nujiyan Erhan û Rîzgar Adanmiş de hemû hevalên xwe bi bîr tînin. Her wiha em kesên ku di pêşketina rojnemegerîya kurdî de keda herî mezin ku di temenê xwe yê biçuk de li kolanan bê tirs rojname belav kirin ku  Musa Anter wan wekî generlên bi çuk bi nav dike jî silav dikin. Em berxwedana hevalên xwe yên ku li gel hemû zext girtin û binçavkirinê li ser rîya rastîyê meşa xwe didomînin û erka xwe di zindanan de jî bi cih tînin  berxwedaniyawan silav dikin." 
 
Rojnamegeriya kurd bi êrîşan re rûbirû ma
 
RAJIN - Şengal di berdewamiya daxuyaniya xwe de zextên li ser çapemeniya kurd û azad bibîr xistin û wiha got: "Rojnamegerîya kurd a azad her dem bi êrîşên hêzên desthilttar re rûbirû maye  û ev hîn jî bi awayekî herî dij qanunî didome. Bi sedan hevalên li ser xeta rastîya gellan ku tu carî nehiştin rastî di tarîyê de bimînin ji xwe re kirin armanç hatin hedef girtin. Lê wê her dem şopdarên çapemenîya azad hebin û wê li pêy şop û doza hevalên xwe bin."
 
'Em şopdarên Nûjiyan Erhan in'
 
RAJIN - Şengal bi taybetî bal kişand ser rastîya ku jin di çapemeniyê de dijîn û buna dengê wê de bal kişand ser van mijaran "Em jî weke çapamenîya jin erka xwe ya ku erîş zext, tundiya li ser civakê bi taybetî ji a ku li ser jinan tê meşandin emê her dem bi cih bînin û bi awayekî rast civakê bişopînin û li pey ronî kirina van buyerabin. Em ê bibin şopdarên jinên ku  dilê wan ji bo azadiyê lê dide. Em ê bibin deng û çavên jinan. Em ê tucarî nehêlin ku hêzên qirêj pêk anînên xwe veşêrin.  Çewa ku rastiya jinên ezîdî bi pênus û kameraya hevalama Nujiyan Erhan li tevahiya cîhanê hat belavkirin,  em ê jî ji cihê ku Nujiyan lê hiştiye berdewam bikin.  Wê edî tu îxanêt, talan, komkujî, destavêtin û  dest dirêjîya li ser jinê li ser vê xakê neyê  veşartin wê xeta çapemenîya azad her şopdara rastiya civakê be." 
 
'Wê çapemeniya kurd neyê bêdengkirin'
 
Daxwuyanîya RAJIN Şengalê bi vî awayî bi dawî bû "Em wekî RAJIN Şengal vê rojê li hevalên xwe yên kedkar yên çapemenîya kurd û azad pîroz dikin. Dîsa dubare soza xwedî derketina LI nirx, dîrok, çanda gellan û jinan derbikevin din û em dibêjin ku wê çapemeniya kurd û azad neyê bêdengkirin."