'Wê jinên Mêrdînê bersiva Faşîzmê di 24'ê Hezîranê de bidin'
- 11:57 22 Nîsan 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Endama PM'a HDP'ê Zubeyde Zumrut cezayê girtîgehê yê 7 sal û 6 meh ku li Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê ya girtî Gulser Yildirim hat birîn nirxand. Zubeyde , diyar kir ku darizandin di çarçoveya hiqûqî de nehatiye kirin û got ku wê bersîvca faşîzmê di 24'ê Hezîranê de bidin.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Gulser Yildirim ku di çarçoveya oprasyonên qirkirina siyasî de hat hat girtin, ji doza ku bi îdaya "Endama rêxistinê" dihat darizandin 7 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Endam PM'a HDP'ê Zubeyde Zumrut a li bertek nîşanî cezayê li Gulser a ku parlamentera Mêrdînê ye da, diyar kir ku îktîdar ji ber ji îradeya jinên kurd ditirse wan ceza dike.
'Piştî ku jinan xwe bi rêxistin kir şîdeta dewletê jî zêde bû'
Zubeyde diyar kir ku ew hemû daneşînên di demên dawîn de tên kirin dişopîne û got ku dozên derbarê jinên kurd ên ku tên darizandin de tên vekirin polîtîkayên tune hesibandina îradeya gelê li herêmê ye. Zubeyde wiha berdewam kir: "AKP baş dizane ku siyasetmedarên jin ên kurd çawa girêdayî doza xwe ne. Ji ber vê jî bi taybetî piştî 1'ê mijdarê bi awayekî tund êrîşî jinan kir. Piştî ku jinan xwe bi rêxistin kirin şîdeta dewletê ya li ser jinan jî zêde bû."
'Daraz di bin siya siyastê de ye'
Zubeyde anî ziman ku biryara hatiye dayîn berîya darizandinê hatiye dayîn û ev yek jî bi hincetê lli dijî parastinên hatin kirin pênase kir. Zubeyde bal kişand wer bandora hikûmetê ya li ser darazê û ev tişt got: "Me ev bndoara hikûmetê ya li ser darazê di darizandina Gulserê de dît û em bûn şahidên vê. Me her ev anî ziman ku me got ku li tirkiyeyê hiqûq nayê bicihanîn hiqûq bi devê siyasetmedarên ku îktîdarin tê kirin. Me ev yek li Mêrdînê dît. Em jinên ku bi slan e li dijî vê têkoşînê didin dibêjin ku divê hiqûq bi awayekî wekhev bê kirin."
'Ji nasnameya jinê ditirsin'
Zubeyde bal kişand ser Hilbijartina pêşwext ku biryara wê ji aliyê serokê AKP'ê Tayîp Erdogan ve hat dayîn jî û wiha got: "Wê gelê kurd biçe ser sidoqê û dersa AKP'ê bidiyê. AKP ji ber ku tengav bûye serî li hilbijartina pêşwext da. Gelê kurd heta roja îro her li ber xwe daye wê jî îro û pêde jî li ber xwe bide. Bi taybetî di vê serdemê de jî dîtin ku jin çiqas bi hêz û birêxistine ji ber wê jî ji hêza jinê ditirsin."