Alîna Sanches û Anna Campbell bi çalakiyekê hatin bîranîn

  • 11:16 22 Nîsan 2018
  • Rojane
RÎMELAN - Ji bo jinên enternasyonalîst a Îngîlîz  Anna Campbell û ya Arjantînî Alîna Sanches merasîmeke girseyî yabîranînê hat lidarxistin.
 
Ji bo jina Enternasyonalîst a Îngîlîz ku li Efrnê di di encma êrîşên balafirnên TSK'ê de jiyana xwe ji dest da Anna Campbell (Hêlîn Karaçox) û ya Arjantînî Alîna Sanches (Lêgerîn) ku dema di 17'ê Adarê de ji Herêma Cizîrê diçû Hesekê di encma qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da li Rîmelanê çalakiya bîranînê hat lidarxistin.  Di çalakiya ku ji aliyê Kongreya Star û Komîteya Tendirustiyê ku li Salona Çand û Hunerê ya Aram Tîgran hat lidarxistin de  dayika Alîna Sanches Patrîcîa Sanches, hevalên wê yên têkoşînê û gelek welatî tevli bûn. 
 
'Ji bo me sînor tune ne'
 
Piîtî merasîma rêzgirtinê li ser navê Kongreya Star Medya Muhammed axivî. Medya bal kişand ser tevlibûna Alîn û Anna ya berxwdanê û got ku ew ê li bîranîna wan xwedî derkevin. Medya wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em soz din wan ku em ê têkoşîna wan ji cihê mayî berdewam bikin. Ji her aliyê cîhanê kesên ku ji bo azadiya gelan têkoşînê didin li vêderê hatine cem hev. Ji ber vê sînorên di navbera me û wan de hatine rakirin û tune ne."
 
Piştre ji bo Anna Camplell û Alîna Sanches sînevîzyona ku hatibû amadekriin hat nîşandan. Piştre li ser navê hevalên wan ên têkoşînê Şîlan Dag Axivî û wiha got: "Telibûna nav refên YPJ'ê ji bo avakirina cîhaneke nû bû.  Armanceke Hîlînê ya ku ji Îngilistanê hata Rojava hat. Di nav me de bi sedan şoreşgerên enternasyonalîst hene û ji van yek jê Hêlîn û yek jî Lêgerîn. Ji her aliyên cîahnê kesên ku bi azadiya mirovahiyê û bi berxwedana şoreşgerî bawer dibin li vir in. Em ê şopdarên wan bin."
 
'Pergalaeke ku hemû bawerî û reng xwe tê de îfade bikin tê înşakirin'
 
Li ser navê koma neternasyonal a Jineolojiyê Şerînv Alman axivî û got ku wan hatina azadî û sosyalîzmê ya bi hev re bi berxwedana li Kobanê ya li bajarên din ên rojava dîtine. Pergaleke ku hemû reng û bawerî xwe tê de bibînîn tê înşakirin. 
 
Çalakî piştî axaftinan bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû