Heyeta Jinê ya Fransayê JINWAR ziyaret kirin

  • 17:06 21 Nîsan 2018
  • Rojane
HESEKÊ - Sekretera Partiya Çep a Fransayê Corinne Morel Darleux û rojnameger Alice Serrano gundê JINWARê ziyaret kirin. 
 
Di çarçoveya kampanyaya ku Kongreya Star bi dirûşma "Ji bo Efrînê rabin ser piyan" dest pê kiribû Partiya Çep a Fransayê Corinne Morel Darleux û rojnameger Alice Serrano hatibûn Rojava. Her wiha Sekretera Partiya Çep a Fransayê Corinne Morel Darleux û rojnameger Alice Serrano gundê JINWARê jî ziyaret kirin. Corinne Morel Darleux wiha got:"Ev projeya JINWARê ji bo hemû jinên Rojava ye. Jin di nava civakê de qîmetê didin ekolojî û çandê."
 
Corrine da zanîn ku projeya JINWARê li cîhanê û li Rojhilata Navîn projeya yekem e û jin bi vî awayî xwe bi rêxistin dikin. Her wiha Corrine anî ziman ku ew ê piştgiriyê bidin projeya JINWARê.
 
Alice Serrano jî anî ziman ku berê jî ew derbarê projeya JINWARê agahdar bûne û di vê çarçoveyê de di nava plana serdana wan de JINWAR jî hebû.