Xizmên windayan 480 hefteye ku li edaletê digerin

  • 16:34 21 Nîsan 2018
  • Rojane
AMED - Di çalakiya windayan a Amedê de, aqûbeta bavê 10 zarokan Fettah Erden ê di serdegirtina gundê Boyuncuk a Basa ya sala 1994’an de hat binçavkirin û windakirin, hat pirsîn. 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi boneya li aqûbeta kesên di binçavan de hatin kuştin, windakirin û kujer bên cezakirin, di hefteya 480’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xist. Çalakî li avahiya ÎHD’ê pêk hat, rêveber û xizmên windayan beşdar bûn. Di çalakiyê de aqûbeta bavê 10 zarokan Fettah Erden ê di serdegirtina gundê Boyuncuk a navçeya Basa ya Şirnexê ya sala 1994’an de hat binçavkirin û windakirin, hat pirsîn
 
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Divê neyê ji bîr kirin ku winda parçeyek pirsgirêka gelê kurde.”
 
Rêveberê Komîsyoan Wandayan ê ÎHD’ê Adnan Orhan çîroka Fettah Erden parve kir û wiha got: “Hevjîna Fettah Erden Taybet Erden dî 24’ê Adara 2009’an jî bo aqûbeta hevjînê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Cîzê re da. Fettah Erden bavê 10 zarokan bû  û cotkarî dikir. Rojekê Nîsana 1994’an de nêzî 50 û 60 leşkerên Fermandariya Cendirmeya Basa bi ser mala wî ya gundê Boyuncuk a navçeya Basa ya Şirnexê de digirin û wî  binçav dikin. Dûre ji malbata Erden du kes ji bo rewşa Fettah Erden bipirsîn diçin fermandariya Cendirmeyan û Fettah Erden li gel du serpelan Mehmet Karabela û Ertaç Onadli dibînin. Ji wê rojê û şûn de agahî ji Fettah Erden nehat girtin.” 
 
Adnan, anî ziman ku malbata Fettah heya sala 2009’an ji ber bûyerê rastî gefên kuştinê hatin û wiha bi dawî kir: “Malbata Fettah ji ber gefên kuştinê yên serpelên Qereqolê Mehmet û Ertaş necar dimînin ku biçin Hezexê bi cih bibin. Malbata Fettah, piştî 15 salan ji bo aqûbeta Fettah bê dîtin û derbarê bûyerê de lêpirsîn bê destpêkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê da. Lê hemû hewldanên hevjîna Fettah Taybet Fettah bê encam man.”
 
Piştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat.