Qedexeya li ser taxên Nisêbînê rabû
- 16:27 21 Nîsan 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Qedexeya derketina derve ya berî 2 salan li 6 taxên Nisêbînê hat îlankirin, rabû.
Qedexeya derketina derve ya di 14’ê Adara 2016’an de li taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Abdulkadîrpaşa, Zeynel Abîdîn û Kişla yên navçeya Nisêbîna Mêrdînê hat îlankirin, rabû. Li taxên mijara gotinê ye, di dema qedexeyê de bi hezaran mal û kargeh hatin rûxandin û li şûna wan dest bi çêkirina avahiyên TOKÎ hatibûn kirin.