Jinên Herêma Firatê ji bo Mamoste Ayşe daxuyanî da

  • 16:15 21 Nîsan 2018
  • Rojane
KOBANE - Koordînasyona Jinên Herêma Firatê ji bo Mamoste Ayşe ya ji ber ku got "Bila zarok nemirin" tevî zaroka xwe cezayê girtîgehê lê hat birîn daxuyanî da. 
 
Koordînasyona Jinên Herêma Firatê ji bo Mamoste Ayşe ya ji ber ku got "Bila zarok nemirin" tevî zaroka xwe cezayê girtîgehê lê hat birîn daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê hemû saziyên demokrat li dijî vê bûyerê bêdeng nemînin û kesên ku doza aştî û azadiyê dikin bên parastin. Daxuyanî li ser navê Koordînasyona Jinên Herêma Firatê ji aliyê Hêlîn Hacim ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta tirk bi vê helwesta xwe aştiyê dîl digire û mafên mirovan binpê dike û wiha dewam kir:"Em helwesta tirk a li djî Mamoste Ayşe û zaroka wê şermezar dikin. Di bin rewşa awarte de li Tirkiyeyê rengê aştî û azadiyê xuya nabe. Her dem neheqî li mirovan tê kirin. Divê hemû cîhan vê yekê bibînê û dengê xwe bilind bike."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.