'Em bang li hemû kesan dikin ku vê hişmendiya qirêj teşhîr bikin'

  • 14:19 21 Nîsan 2018
  • Rojane
WAN - Platforma Jinan a Axtamara, bertekek tûnd nîşanî Fuara Pêdiviyên Zewicandinê ya li Wanê hat vekirin, da û got: “Bi danasîna bûkantiya zarokan, zarokan îstîsmar dikin. Divê hemû civak li dijî pêkanîn wiha derbikevin û hişmendiyên wiha  yên qirêj teşhîr bikin."
 
Platforma Jinan Axtamara ya Wanê, bertekek tûnd nîşanî Fuara Pêdiviyên Zewicandinê ya li Wanê hat vekirin da. Platformê li Şaxa KESK’ê ya Wanê civîna çapemeniyê lidarxist û daxuyanî da. Parêzer Ekîn Yeter di civînê de daxuyanî da û wiha axivî: “Fîrmayên Fuar organîze kirin, xwe bi ‘Kincên herêmî’ parastin. Ev yek ne rast e. Di fuarên wiha de zarokan dikin amûrê reklamê û bi mijarên zewicandinê zarokan îstîsmar dikin. Divê hemû civak li dijî pêkanîn wiha derbikevin û hişmendiyên wiha yên qirêj teşhîr bikin. Em ê jî heya dawiyê li dijî êrîşên wiha têbikoşin û teşhîr bikin.”