Lêgerîn Çiya hat definkirin

  • 09:10 21 Nîsan 2018
  • Rojane
DÊRIK - Enternasyonalîsta Arjantînî, bijîşk Alina Sanchez (Lêgerîn Çiya), Li Dêrikê bi beşdarbûna malbat û hempîşeyên xwe bi merasîmê hat definkirin. 
 
Ji bo Enternasyonalîsta Arjantînî, bijîşk Alina Sanchez (Lêgerîn Çiya) ya ku li Qantona Hesekê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da li Dêrika Qamişloyê merasîm hat lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn. Bi girseyek mezin cenazeyê Lêgerînê ji Nexweşxaneya Dêrikê hat girtin û berbi "Şehitgeha Şehîd Xebat" birin. Girseya ku beşdarî merasîmê bûn dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin. Cenaze li goristanê bi merasîma leşkerî hat pêşwazîkirin. Piştî merasîma leşkerî peyamên Tabura Azadiya Enternasyonal hat xwendin. Ji Komîteya Jîneolojiyê enternasyonalîst Ronahî Têkoşîn bi Îspanyolî axaftinek ku têkoşîn û kesayeta Lêgerîn rave dikir, kir. 
 
'Em ê xeyalên wê pêk bînin'
 
Piştre Endama Rêveberiya Demokratîk Ruken Ehmed axivî û got:"Heval Lêgerîn ji bajarê Cheyê heta vir hat û ji bo li azadiya gelê Kurd xwedî derkeve û ji ber baweriya mezinbûna nirxên sosyalîst, berxwe da. Hêlînê jî ji Îngilistanê beşdarî vê berxwedanê bû û şehîd ket. Em di rêya van herdu rêhevalên xwe yên pîroz de bimeşin û xeyalên wan pêk bînin."
 
'Ez bi keça xwe serbilind im'
 
Diya Lêgerînê Patrica anî ziman ku keça wê heta dawiya emrê xwe ji bo têkoşîna sosyalîst berxwe da û di vê rêyê de canê xwe feda kir. Patricayê da zanîn ku ew ji bo cenazeyê keça xwe bibe Arjantînê hatiye vir lê ji ber ku keça wê gelek ji Rojava hez dikir û gelê Rojava jî ji wê hez dikir loma wan biryar dane ku cenazeyê Lêgerînê li Rojava defin bikin. Her wiha Patricayê got 'Ez bi keça xwe serbilind im'.  
 
Di merasîmê de Sarina Zagroa û Hêlîn Dersîm ên ku di meha Adarê de li Efrînê jiyana xwe ji dest dabûn jî hatin bibîranîn. Cenazeyê Lêgerînê li Şehîdgeha Şehîd Xebat hat definkirin. 
 
Dê îro saet di 18.00 de li Girkêlega Dêrikê ji bo şoreşgerên enternasyonalîst ên ku li Bakurê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane şeva bibîranînê bê lidarxistin.