Edlê Mişê: Abdullah Ocalan gel ji xewa giran hişyar kir
- 09:01 21 Nîsan 2018
- Rojane
Hêvî Botan
KOBANÊ - Jina bi navê Edlê Mişê ku dema Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe, bi wî re hevdîtinê pêk tîne, diyar kir ku ew ji nêz ve bûye şahidê fikir û felsefeya ronî û got:"Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ya ronî gel ji xewa giran hişyar kir. Divê tecrîda giran a li ser Rêber Apo rabe û azad bibe."
Jina bi navê Edlê Mişê ku dema Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe, bi wî re hevdîtinê pêk tîne, anî ziman ku ew bi hezkirineke mezin nêzî Abdullah Ocalan dibe û got:"Heta Rêber Apo azad nebe aştî nayê."
'Rêber Apo mînaka herî berbiçav a têkoşîna azadiyê ye'
Edlêyê anî ziman ku dema ew ji Abdullah Ocalan veqetiyaye, nexweş ketiye û got: "Dema ku ez ji Rêberê xwe veqetiyam ez nexweş ketim. Rêber Apo hat xewna min. Di xewnê de jî doza aştî û azadiyê dikir. Loma Rêber Apo mînaka herî berbiçav a têkoşîna azadiyê ye."
'Ez dixwazim bi Serok Apo re azad bijîm'
Edlêyê diyar kir ku ew dixwaze bi Abdullah Ocalan re azad bijî û wiha dewam kir:"Serok Apo bi salan e ku di zindana Îmraliyê de ji bo hemû gelên cîhanê têdikoşe. Loma divê hemû cîhan li dijî zilma li ser Rêber Apo derkevin û dawî li bêdengiya xwe bînin."
'Divê demildest tecrîd bi dawî bibe'
Edlêyê da zanîn ku divê demildest tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Bi salan e ku Rêber Apo girtiye û bi her cureyên îşkenceyê rû bi rû dimîne. Divê demildest tecrîd bi dawî bibe û Serok Apo azad bibe. Çimkî Serok Apo her dem ji bo aştî, azadî û demokrasiyê berxwe daye. Heta Rêber Apo azad nebe aştî jî nayê."