ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2018'AN

  • 09:00 21 Nîsan 2018
  • Rojev
*Jina bi navê Edlê Mişê ku dema Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe, bi wî re hevdîtinê pêk tîne, diyar kir ku ew ji nêz ve bûye şahidê fikir û felsefeya ronî û got:"Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ya ronî gel ji xewa giran hişyar kir. Divê tecrîda giran a li ser Rêber Apo rabe û azad bibe." DÎMEN HEYE
 
*Berfîn Aktaya ya ku di sala 1992’yan de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bûye ku ji 5 saliya xwe de li tebûrê dixe diyar kir ku ew lêdana tembûrê  û strangotinê ji bavê xwe hîn bûye. Berfînê diyar kir ku divê her mirov li çanda xwe xwedî derê û anî ziman ku her kes bi çanda xwe heye. DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku hilbijartina pêşwext jî wê AKP’ê xilas neke û got: “AKP birîna ku bûye kangren e. Heta ev birîn jê nebe ew ê  Tirkiye baş nebe.”
DÎMEN HEYE
 
*Li Meletiyê welatiyan bertek nîşanî cara 7’emîn dirêjkirina OHAL’ê û biryara hilbijartina pêşwext dan û gotin: “Derdê gel debar e yê wan jî hilbijartin e. Gelo çi bû ku hûn tehemulê rojeke bê OHAL nakin?” DÎMEN HEYE
 
*Seroka Sendîkaya Karkerên Avahiyê ya Genel-Îş \DÎSK Nebîle Irmak Çetîn destnîşan kir ku çi dibe bila bibe wê jin dest ji kolanê bernedin û got: “Wek 25’ê Mijdar û 8’ê Adarê wê hemû jin li dijî polîtîkayên zextê di 1’ê Gulanê de li qadan bin. Heta jin hebin wê hêvî jî hebe.”
 
*Endama  PM’a DBP'ê Halîde Turkoglu  diyar kir ku divê pêşnûmeya qanûna îstîsmara zayendî  demildest şûnde bê kişandin û got divê rêxistinên jinan têkoşîna xwe berfireh bikin.
 
*Gulê Polat a di temenê zarokatiyê de hat zewicandin neçar dimîne di 14 saliya xwe de bibe dayik. Gulê diyar dike ku roja zewiciye zarokatiya xwe jî li wir hiştiye û niha li gundê xwe li dijî zewaca bi zarokatî têdikoşe. DÎMEN HEYE
 
*Semra Ozdemîr a li Kolana Hunerê ya Yeşîlyurtê qursa ‘çînî’ vekir û ji bo jinan qada îstîhdamê ava dike, bang li jinan kir ku werin bibin yek û bi hev re fikran hilberînin û hunerê bi keda xwe pêş bixin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên 58 rojan tevî êrîş û komkujiyan Efrîn terk nekirin gotin: “Tişta ku jin bi Efrînê ve girêda û bû sedem ku têbikoşin, felsefe û îdeolojiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Jinê di esasa vê îdeolojiyê de hemû hêz da hemberî xwe û berxwe da."