'Çapemeniya Kurd her dem rastiya heqîqetê û mafê jinê parastiye'

  • 09:03 20 Nîsan 2018
  • Rojane
Hêvî Botan
 
KOBANÊ - Nûçegihanên Kobanê salvegera 120'emîn roja Rojnemegeriya Kurdî li tevahî rojnemevanên Kurd û Bakurê Sûriyeyê  piroz kirin û gotin:" Em ê heya dawiyê li ser şopa heqîqet û rastiyê bin."
 
Di 22'ê Nisana 1898'an de ji aliyê malbata Celaded Elî Berdirxan ve li paytexta Misirê  ya Qahîreyê yekemîn rojnemeya Kurdî ya bi navê "Kurdistan" hat çapkirin. Gelê Kurd vê rojê weke roja Rojnemegeriya Kurdî û vejînekê pîroz dike. Dagirkerên Kurdistanê her dem êrîşî çapemeniya Kurdî, çapemeniya azad dikin, lewma bi dehan tv, ajans û dezgehên çepemeniya kurdî hat girtin. Her wiha bi hezaran rojnemevan hatin girtin. Ji ber ku ragihandina çapemeniya azad a  kurdî her dem rastîyê derdixe holê, loma her dem bi êrîşan rû bi rû maye. Têkildarî mijarê de rojnemevanên jin ên Kantona Kobanê nerînên xwe anîn ziman. 
 
Nûçegihana tevlevziyona RONAHÎ TV Cûdî Elî roja Rojnemegeriya Kurdî li hemû endamên çapemeniya kurdî ya ji bo rastî û heqiqetê kedê didin pîroz kir û got:" Çapemeniya azad a Kurd ku ji rojname û kovaran dest pê kiriye her dem rastî astengiyên mezin hatiye û êrîş lê hatiye kirin. Tevî hemû zext û astengiyan zanyar, rojnameger, nivîskarên Kurd hewl dane ku çapemeniya azad a Kurd bigihêjin astekê. Ji ber ku çapemeniya Kurd rastî radigihand gel loma her tim hedef dihat girtin û gelek tv, radyo, ajans, kovar, rojname hatin girtin û her wiha gelek rojnameger hatin binçavkirin, girtin û bi îşkenceyan rû bi rû man." 
 
'Li her çar parçeyên Kurdistanê êrîş li dijî çapemeniya azad tê kirin'
 
Her wiha Cûdiyê bal kişand ser êrîşên li her çar parçeyên Kurdistanê û wiha domand:"Bi salan li her çar parçeyên Kurdistanê bi taybet jî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, êrîşek mezin li ser çapemeniya Kurd heye. Lê bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê rojnamegerî gihaşt astek cuda. Tv û radyo hat vekirin, her wiha kovar hatin çapkirin. Her wiha gelek hevalên me yên rojnamegar dema ku li qadên azad ji bo rastiyê ragihînin gel, şehîd ketin. Em wan jî bi dilekî germ bi bîr tînin û em dibêjin heta dawî em ê rêya wan bişopînin."
 
'Di qada çapemeniya azad de jin xwedî roleke girîng e'
 
Cûdiye anî ziman ku jinên Kurd di qada çapemeniya azadiyê de rol û ristek mezin girtine ser milên xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Jinan heta niha di warê çapemeniyê de gelek bedel dan û serkeftinek mezin bidestxistin. Feyza xwe jî ji Gurbeteliyan, Denizan û ji Nûjiyanan girtin. Ji bo êş, rastî, xwestek û serfiraziya jinê raxîne ber çavên civakê gelek ked ji aliyê jinê ve hat dayin. Di qada çapemeniyê de destkeftiyek mezin yek jê vekirina Televizyona jinê Jin TV bû."
 
'Çapemeniya Kurd her dem rastiya heqîqetê şopandiye û mafê jinê jî parastiye' 
 
Xebatkara Radyo Dengê ya Kobanê Hezar Kino Eto Roja Rojnamegeriya Kurdî li tevahî rojnamegerên Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û got:"Çapemeniya Kurd ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. Çapemeniya Kurd her dem rastiya heqîqetê şopandiye û mafê jinê jî parastiye. Çapemeniya Kurd her dem ji bo azadî û demokrasiya civakê hewl daye. Loma her dem li her çar parçeyên Kurdistanê bi zext û zordestiyan rû bi rû maye."
 
Hezarê herî dawî wiha got:"Gelek rojnameger ji ber ku ji bo rastiya gel ragihîne hedef hatine girtin û şehîd ketine. Em soz didin ku em ê heta dawî soza şopandina rêya wan bidin."
 
'Jinê bi pênûsa xwe Şoreşa Rojava nivîsand'
 
Xebatkara Radyoya Dengê ya Kobanê Perwîn Baqî jî diyar kir ku jinê bi pênûsa xwe Şoreşa Rojava nivîsand û got:"Jinên Kurd di  çapemeniya azad de xwedî roleke sereke ne. Jina Kurd bi pênûsa xwe Şoreşa Rojava nivîsand û wêneyên berxwedana Şoreşa Rojava bi vîna xwe ya azad kişand."
 
Perwînê herî dawî wiha got:"Divê hemû cîhan li dijî êrîşên li ser çapemeniya azad bisekine û dawî li bêdengiya xwe bîne."