10 kesên ku belavokên 1'ê Gulanê belav kirin hatin girtin

  • 09:21 18 Nîsan 2018
  • Rojane
STENBOL - 22 kes ji ber ku li Kadikoyê belavokên 1'ê Gulanê belav kiribûn hatibûn binçavkirin. Ji wan 10 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. 
 
Li Kadikoyê 22 kesên ku belavokên 1'ê Gulanê belav kirin hatibûn binçavkirin. Di nav kesên ku hatin binçavkirin de Hevberdevka HDK'ê ya Stenbolê Gulçin Aykul jî hebû. Piştî karê îfadeya emniyetê 22 kes sewqî Edliyaya Stenbol a Çaglayanê hatibûn kirin. 22 kesên ku derketin pêşberî dozger bêyî ku îfadeya wan bên girtin bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Nobedar hatin kirin. 
 
22 kesên ku hatibûn binçavkirin li dadgehê tiştên ku li belavokê hatibûn nivîsandin parastin û anîn ziman ku xebatên 1'ê Gulanê rewa ye. Endama SKM, MYK a Meclîsên Jina Sosyalîst Ezgi Bahçeci xwe parast û got:"Ez endama Meclîsa Partiya ESP'ê me. Banga partiya min a ji bo xebatên 1'ê Gulanê tiştekî xwezayî ye. Bi binçavkirinan dixwazin faaliyetên me yên siyasî asteng bikin."
 
Ozge Dogan jî di parastina xwe de wiha got:"Ez ciwanek sosyalîst im. Ji bo em li dijî şer, cinayetên jinan, îstismarên ku li dijî zarokan tên kirin, diziyê û xizaniyê bisekinin ji bo 1'ê Gulanê min bang kir, ev bang ez ji bo xwe wekî berpirsiyariyekê qebûl dikim."
 
Piştre parêzeran parastin kirin û xwestin ku 22 kes bên berdan. 
 
Piştî îfadeyên wan derbarê Hevberdevka HDK'ê ya Stenbolê Gulçin Aykul, Endamên MYK a ESP'ê Şahin Tumuklu, Serkan Zorlu, Ozge Dogan, Deniz Çokgul, Samet Koç, Ali Aykul, Huseyin Îldan û Îlkay Oflaz de biryara girtinê hat dayin.