Serlêdana hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re dîsa hat redkirin
- 17:59 17 Nîsan 2018
- Rojane
STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Bursayê daxwaza hevdîtina parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan cara 747’an red kir.
Serdozgeriya Komarê ya Bursayê daxwaza hevdîtina parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Ebru Gunay, Mazlum Dînç û Muharrem Şahîn a ji bo sibê bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin cara 747’an red kir.
Ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve ev bû 747 car daxwaza hevdîtinê ya parêzeran bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte (OHAL)” tê astengkirin.