Li Qamişloyê perwerdeya rojnamegeran a çapemeniyê dest pê kir

  • 12:26 17 Nîsan 2018
  • Rojane
Şêrîn zêrevan
 
QAMIŞLO - Dewreya Perwerdeya Xweser a Ragihandinê li Akademiya Şehîd Fayîq a Qamişloyê dest bi perwerdeya çapemeniyê kir. Perwedeya rojnamegaran a çapemeniyê dê 45 rojan dewam bike. Ji tevahî Bakurê Sûriyeyê rojnameger beşdarî perwerdeya çapemeniyê bûn. 
 
Rojnameger Ferîde Zada da zanîn ku perwerdeya çapemeniyê ji bo rêxistinbûyinê gaveke girîng e û got:"Karê çapemeniyê gelek girîng e. Loma divê ji bo vî karê girîng perwerde bê girtin. Perwerde ji bo ragihandina rastiyan û rêxistinbûyinê gelekî girîng e."
 
Rojnameger Ronîda Hacî diyar kir ku perwerde bi qansî nan û avê girîng e û got:"Ji bo çapemeniyek demokratîk û rasteqîn perwerde divê bê kirin. Em  jî li ser esasê rastiya çapemeniyê û demokrasiyê beşdarî vê perwedeyê bûn."